ŞAK raporta helmeta alîkariya derbiderên Efrînê belav dike

Screenshot_20241221_202339_Adobe Acrobat

Encûmena Xwecihî ya yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa raportek di derbarê helmeta komkirina alîkariya ji bo derbiderên Efrînê de belav kir, ku ew derbider piştî kontrolkirina deverên li Til Rifatê û gundên derdorê yên di bin kontrola YPG de ji aliyên çekdarên Îtîlafê yên ser bi Tirkiyê ve hatibû kontrolkirin.

Raport bi hûrgilî behsa hejmara derbiderên vegeryayan ji bo Efrînê dike, ku bibû 6 sal dûrî Efrînê bûn. Li gorî raportê bêtirî 1920 malbat vegeriyan. Herwiha raport behsa çawaniya belavkirina alîkariyan li Efrînê dike, ku her kesê bi rêya Encûmena Xwecihî alîkarî şandibû Efrînê, raporteke darayî bi hûrgilî jê re hatibû şandin, ku têde navên malbatan û hejmara telefonên wan, wêne, fatûre û hejmara giştî ya pereyên li ser vegeryayan hatine belavkirin.

Hûn dikarin raportê bi zimanê kurdî li vir bixwînin:

VEGER