Şepêla Azadî û Partiya Rêncberên Kurdistanê dicivin

IMG-20250130-WA0023

Şandeke Encûmena yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Herêma Kurdistana Iraqê serdana Partiya Rêncberên Kurdistanê li Hewlêrê kir û di civînê de rewşa siyasî li Kurdistanê b giştî hate behskirin. Deqeya daxuyaniyê :

Şepêla Azadî bi Partiya Rêncberên Kurdistanê re dicive

Şandeke Encûmena yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê bi Partiya Rêncberên Kurdistanê re civiya. Herdu aliyan li behsa rewş û pêşhatên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, bi taybetî piştî ketina rejîma Sûriyê.
Şanda encûmena yekê ji aliyê her yek ji : Cîgirê Sekreterê giştî yê Partiya Rêncberên Kurdistanê Hawkar Mehmûd, Samî Xoşnaw û Mihemed Kamla endamên polîtburoyê û Elî Muhemed endamê komîta rêvebir ve hate pêşwazîkirin. Şanda encûmena yekê jî pêk hatibû ji Şêrîn Yûsif, Nefîse Muse û Zêneb Reşîd.

Şanda navbûrî tekez kir, ku federalî baştirîn sîstem e ji bo Sûriya nû, herwiha şandê li ser yekxistina yekîtiya siyasî û gotûbêja kurdî-kurdî ku di encamê de şandeke hevbeş bê avakirin û karibe nûnertiya berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê di danûstandinên bi rêveberiya nû re li Şamê bike.
Herwiha şande behsa Berê Kurdistana Sûriyê kir, ku di roj ketina rejîma Sûriyê de di 08.12.2024an, hate avakirin û Partiya me yek ji damezrênerên sereke ye. Li dawiyê herdu aliyan li ser berdewamiya pêwendiyên dualî tekez kirin.
Encûmena yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Herêma Kurdistana Iraqê
30.01.2025