Berê Kurdistana Sûriyê bi Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê re dicive

photogrid.photocollagemaker.photoeditor.squarepic_202513110249692

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî li Qamişlo berdewam dike, herî dawî serdana bargeha Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir û herdu aliyan behsa pêşhatên dawî kirin, herwiha gotûbêja kurdî-kurdî ku girîngiya beşdarbûna tevahiya aliyên siyasî yên Kurd. Deqeya ragihandinê:
Ragihandin

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê re dicive

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî li Qamişlo berdewam dike, her dawî jî bi Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê re civiya û di civînê de behsa pêşhatên dawî yên di derbarê gotûbêja kurdî-kurdî de û rola Amerîka û Fransa di nêzîkbûna di navbera kurdan de hate kirin.

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê ji serokê wê Ebdilrehman Hebeş Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) û herdu endamên wê Ebdilxenî Eco û Mihemed Sedîq Brahîm pêk dihat, herwiha şanda Berê ji aliyê Seroka Şepêlê Narîn Metînî û endamê Ofîsa Cîbicîkar Alan Kîkî ve hate pêşwazîkirin.
Serokê Berê behsa gotûbêja kurdî-kurdî kir herwiha girîngiya beşdarbûna tevahiya aliyên kurd têde heta ku bi ser bikeve û li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev bikin, ku nûnertiya berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê bike. Herwisa herdu aliyan behsa rola Herêma Kurdistana Iraqê di navbênkariya aliyên kurd de kir.
Serokê Berê da zanîn, ku kurd li pêş derfeteke dîrokî ne ji bo yekxistina nêrînên wan yên siyasî û bicîhanîna daxwazên wan yên netewî û rewa û avakirina Sûriyak demokrat û federal, ku Kurdistana Sûriyê weke herêmeke yekgirtî be û taybetmendiy wê hebe.

Berê Kurdistana Sûriyê
31.01.2025