Li Hewlêrê hevdîtina bi Seidî Ehmed Pîre re

photogrid.photocollagemaker.photoeditor.squarepic_20253394952404

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, li Bajarê Hewlêrê bi Endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK Seidî Ehmed Pîre re civiya. Herdu aliyan behsa yekrêziya kurdan û pêkanîna şandeke hevbeş ji bo danûstandinên bi Şamê re kirin. Deqeya ragihandinê:

Ragihandineke rojnamevanî

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, li Bajarê Hewlêrê li gel Seidî Ehmed Pîre Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK civiya. Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hate kirin.
Herdu aliyan girîngiya yekxistina helwesta siyasî ya kurdan behs kir, ku nûnertiya berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê bike, herwiha herdu aliyan tekez kirin ku divê şandeke hevbeş ji bo danûstandinên bi Şamê re di derbarê pêşeroja doza kurd de li Sûriyê were pêkanîn.

Herdu aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dualî di pêşerojê de tekez kirin, ku bikevin xizmeta doza gelê kurd û doza wî ya rewa.

Ofîsa Pêwendiyên Derve
Berê Kurdistana Sûriyê

03.03.2025