Siyamend Haco: Em lihev nekin tişt bidest kurdan nakeve

PhotoFix20250311232315

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, beşdarî Bernameya Le gel Renc a Rûdawê bû û behsa Rêkeftina El-Şerih-Ebdî kir.
Haco da zanîn, ku eger aliyên siyasî yên kurd yekbana, dê karîbana bi Şamê re li federaliyê lihev kiribana û bi kêmayî nenavendiya siyasî. Herwiha Haco tekez kir û got, eger partiyên kurd li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev nekin, wê nikaribin ti mafekî di destûra Sûriyê de bidest bixin.
Di derbarê Rêkeftina El-Şerih-Ebdî de, Haco da diyarkirin, ku ew rêkeftin kurdan weke netewe nabîne û got divê tevahiya aliyên siyasî, ne tenê ENKS û PYD, lihev bikin û nêrîna derbarê pêşeroja Sûriyê diyar bike, eger nekin wê El-Şerih siyaseta xwe berdewam bike.
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî da zanîn, eger di pêşerojê de ti danûstandin di navbera kurdan û desthelatê de destpê bikin, wê li ser bingeha wê rêkeftinê be ku em dibêjin xirab e ji ber danasînê bi mafên kurdan weke netew nake, tenê mafê hemwelatîbûnê têde heye.
Haco tekez kir, ku îmzekirina vê rêkeftinê di demekê de hatiye ku El-Şerih gelekî lawaz bibû, lê karî her tiştê dixwest di vê rêkeftinê de bicih bike û gelekî diyarkirî ne.