Nameya spasiyê ji organîzatorên Newroza Kölnê û cemawerê gelê Kurdistanê

Encûmena Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa, nameyeke spasiyê ji organîzatorên Newroza Kölnê û cemawerê gelê Kurdistanê re belav kir, ku di vê Newrozê de bêtirî 50 hezar kes beşdar bibû, ev jî deqeya nameyê ye:
Nameya spasî û pêzaninê
Ji organîzatorên pîrozbahiya Newrozê ya li Bajarê Kolnê a Almanya û hemû beşdarên wê re.
Bi navê Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa, spasiya we dikin li ser karên we ji bo amadekirina Cejna Newrozê. Ev bone ne tenê ji bo ahenga Newrozê bû, lê belê bû dergehek ku helwestên xwe yên netewî tekez bikin.
Beşdarbûna we ya girseyî û helwesta zelal a redkirina ragihanda destûrî ku rêveberiya El-Şerih derxistiye, herwiha hişyarbûna we bi mafên gelê me nîşan dide û vîyana wî ya azad di çarenivîsa wî de. Piştgiriya we ji Kurdistana Sûriyê re û sekinandina we li kêlek mafên gelê me di destûra nû ya Sûriyê de, nameyeke bihêz e û yekîtiya çarenivîser di navbera perçeyên Kurdistanê de tekez dike.
Herwiha em spasiyeke bê hempa û rêzgirtineke mezin ji bo gelê me ku ji her çar perçeyên Kurdistanê û welatên diyaspora hatibûn Kölnê, dikin. Hejmara beşdaran 50 hezar derbas kir û xwestin careke din yekîtiya gelê me, tevî sînor û dûrbûnê, nîşan bidin. Ev beşdarbûna mezin nameyeke zelal bû, ku kurd yek deng in û vîna me ji her hewleke tinekirinê bihêztir e.
Newroz ne tenê cejnek e, lê belê nîşana berxwedan û azadiyê ye. We jî ev nirxên giran di helwest û beşdarbûna girseyî tekez kir.
Spas ji bo piştgiriya we û em tekez dikin, ku em dê bi hev re ji bo pêşerojeke tijî dadperwerî û azadî ji bo gelê me, kar bikin.
Newroz we pîroz be
Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa
23.03.2025