Sören Keil: Desthelatên fireh yên serokomar kevirê bingehîn a avakirina navendiyeke tund e

Şepêla Azadî ya Kurdistanî semînerek li ser Zoomê bi navê Ragihandina Destûrî gavek ber bi Demokrasî yan tevlîbûnê ye? lidar xist, ku endama Encûmena Xwecihî ya yekê ya ŞAKê li Ewropa, Gulîşan Brahîm birêve bir, û têde hejmarek ji çalakvan û siyasetmedaran beşdar bûn.
Dr. Keil behsa danasînên demoksaiyê û cihên wê di Ragihandina Destûrî de kir, ku behsa mijarên hilbijartin, mafên mirovan, dabeşkirina desthelatê û serweriya yasayê kir ku bingeha avakirina dewleta demokrat e. herwiha Dr. Keil da nîşan ku mekanîzma hildarxistina hilbijartinan ne diyar e ka gelo piştî derbasbûna van 5 salên qonaxa veguhêz dê çawe be, û got ew dem gelekî ji yên welatên din dirêjtir û çend nimûne jî li ser anîn.
Dr. Keil tekez kir, ku parastineke biçûk ji mafên mirovan re di wê ragihandinê de heye, lê wekhevî di navbera herdu regezan de tine ye. Piştre Dr. Keil behsa xalên nakok di navbera pirensîpên mafên mirovan û ragihandina destûrî de kir, weke binavkirina dewletê bi dewletekî ereb, sînordarkirina ola serokomar bi îslamê û desthelatên fireh ên serokomar, û got ew li dijî pirensîpên demokrasiyê ne û tiştekî nerênî ye.
Dr. Keil domand û got, ew desthelat gelekî fireh in û bê sînor in, herwiha Ragihandina Destûrî jî behsa çawaniya çavdêriya desthelatên wî, destnîşankirina dema serokatiyê û çawaniya sînordarkirina deshelatên serokomar, nekiriye. Dr. Keil tekez kir, ku metirsiya vê desthelata fireh gelekî metirsîdartir e ji dabeşkirina desthelatê bi xwe û ew weke kevirê bingehîn a avakirina navendiyeke tund e. ji ber vê jî berdewamiyeke bi rejîma Esed heye di pirsên desthelatên fireh yê serokomar û nasnameya erebî ya welêt, û got ew yek bi xwe mafên hemwelatiyan binpê dike û karê ragihandinê û partiyan sînordar dike.
Herwiha Dr. Keil got di ragihandinê de behsa wê yekê nehatiye ku çawe destûra nû bê nivîsandin, lê tekez kir, metirsiyek di wan bendên ragihandinê heye, ku dibe weke siyasetekê be li dijî kurd, elewî û durziyan û weke gefekê be ji desthelatdar re, ji ber vê jî rê li ber artêşa dewletê vedike destêwerdanê bike û di bin navê parastina yekitiya axa welêt û rêgirtina liber cudakirinê, zorê bide ser wan.
Di beşekî din a semînarê de, Dr. Keil behsa pirsa tevlîbûnê û pirensîpên wê kir, weke danpêdana bi pirrengiyê û parastina mafên kemîneyan, û got ragihandina destûrî danê bi wê yekê dide, lê zelal nake ka çawe dê parastina pirengiyê misoger bike, û bi ser de jî dan bi zordariya hatiye serê pêkhateyan di serdema Rejîma Esed de nade. Dr. Keil tekez kir, ku sînordarkirina zimanê fermî li Sûriyê tenê bi zimanê erebî, piştguhkirinek e ji zimanên din re li Sûriyê, weke kurdî û di ragihandinê de behsa sîstema Kota ji pêkhateyan re di nav sazî û dezgehên dewletê de nehatiye kirin.
Di dawiya gotina xwe de, Dr. Keil da zanîn ,ku ev Ragihandina Destûrî ji aliyê mafnasî ve pirsgirêkek e û biryarên hatine standin jî zehmet in bêne guhertin, û metirsiya mestir ji dabeşkirina desthelatê, pirsa desthelatên serokomar e, û got ew ragihandin azadiya ragihandinê sînordar dike.
Di dawiyê de beşdaran çend pirsên di derbarê bendên ragihandinê, dema qonaxa veguhêz û mafên pêkhateyan de kirin.