Pîrozbahiya Sersala Êzdiyan

Berê Kurdistana Sûriyê derbarê Sersala Êzdiyan, pirozbahiya Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir, herwiha banga parastina mafên wan kir. Deqeya pîrozbahiyê:
Bi hatina Sersala Êzdiyan " Çarşema Sor", bi navê Berê Kurdistana Sûriyê, pirozbahiyeke germ e pêşkêşî Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê tevde dikin.
Ev cejn dîrokeke pir kûr û dirêj û girêdaneke çandî û olî ya gelê kurd e.
Bi hilkefta vê cejnê, piştgiriya xwe ji Êzdiyan re radigihînin ku mafên wan û çanda wan bêne parastin û ewle her kes vegere cihê xwe û êşa wan bi dawî were.
Sersala we pîroz be
Sersala kurdan û tevahiya Êzdiyan pîroz be
Berê Kurdistana Sûriyê
16.04.2025