Nameyên pîrozkirina serkeftina kongreyê diwê yê ŞAKê

264256Artboard 6 copy

Nameyên pîrozkirina serkeftina kongreyê diwê yê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, ku di20-21.04.2025an hatibû lidarxistin, berdewam digihên Şepêlê. Di kongreyê de Desteya Serkirdayetiyê ya nû hatibû hilbijartin, ku têde rejeya ciwan û jinan bilind bû. Li gorî biryara kongreyê rêjeya jinan di serkirdayetiyê de 40% ye.

Hejmarek ji wan nameyên pîrozbahiyê ku herî dawî gihane ŞAKê ev in:
Mistefa Cûma serokê Tevgera Azadî ya Kurdistanî, Nivîskar û Mafnas Brahîm Yûsif, Seroka Federasyona Jinên Kurd li Almanya Xunav Haco, sekreterê Partiya Rêkeftin Fewzî Şingalî,û kesayetî Eladîn Berekat.

Nameyên digihên ŞAKê nîşana wê yekê ne, ku girîngiyeke Şepêla Azadî ya Kurdistanî heye û ew name tekez dikin ku ew deng berdewam bibe ji bo berevaniya li ber mafên netewî û demokrasî di vê qonaxa hestiyar de.