Daxuyanî bi helkefta roja cîhanî ya kirêkaran

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

Di 1ê Gulanê de hemû cîhan radweste ji bo çîna kirêkaran, lê li Sûriya ta niha ev roj bi xemgînî derbas dibe, ku êşa û azarên kirêkaran di vê rewşa abûrî ya xirab de berdewam dike, bê ku tu bingehên jiyaneke bi rûmet hebin.

Rewşa kirêkaran di serdemê rêjîma bûrî de gelekî xirab bû ku siyaseta dûrxistin û nebûna dadweriya civakî zal bû, jibilî gendeliya ku mafê wan kirêkaran dixwar.
Piştî ketina rêjîmê kirêkar û gelê Sûriyê bi hêvîbûn ku ev guhertin bibe destpêka guhertinên rasteqîne ji bo gavên baştir herweha xelk bighe mafên xwe û dewletek bingehê wê dadwerî be were avakirin, lê mixabin tiştek nehat guhertin û rewş xirabtir bû û hêviyên xelkê pûç bûn û rewş giha wê radeyê ku ew mûçeyên kêm yên ku kirêkaran werdigirt hatin rawestandin û derfetên kar kêm bûn û êş û azarên kirêkaran zêde bûn.

Li tevahiya Sûriyê rewş xirabtir bû ku di vê tevilheviya ewlehî û abûrî ya berdewam, kirêkar rastî dûrxistin û hejariyê tên û girûpên çekdar yên girêdayî bi Şamê ve zalin û hemû karên diziyê dikin weku kiryarên heman grûpên rêjîma bûrî, destê xwe datînin ser mal û mulkê welatiyan û pariyê jiyana wan dibin, bê ku tu aliyek wan rawestîne.
Di vê derbarê de emê behsa kirêkarên Kurd bikin ku beşekê giring e ji çîna kirêkarên Sûriyê, lê du qatan rastî êş û azaran hatin:
Yekem tişt ji ber ku Kurd çînek bû kar dikir ji bo hebûna xwe û duyem tişt ji ber ku Kurd in û ji mafên xwe yên netewî û medenî bê par bûn bi taybet ew kesên ji helgirtina nasnameya Sûrî bê par bûyîn û bi salan hatin dûrxustin ji karên hikûmî, tevî ku ew bi sedên salan û ji bav û bapîran ve li ser xaka xwe bûn.

Di vê rojê de, em pîrozbahiyê li hemû kirêkarên Sûriyê û kirêkarên Kurd bi taybetî dikin ku ta niha li pêşiya van sitemkarî û dûrxistinan rawestane.

Em dengê xwe dighînin hemû aliyên peywendîdar ku bi vê çînê re rawestê û kar bike ji bo vegerandina mafê wan herweha kar ji bo dadweriya civakî di welatekî de bike, welatek hemû kes têde weku hev be.

Her bijî çîna kirêkaran
Her bijî 1ê Gulanê
Azadî û dadwerî ji bo her kesekî kar dike ji bo dabînkarina pariyê jiyana xwe.

Berê Kurdistana Sûriyê
01.05.2025