Siyamend Haco: divê hikûmeta Sûriyayê ya nû zerermendên projeya Zinara Erebî qerebo bike

Screenshot
Siyamend Haco serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî derbarê projeya zinara Erebî dibêje, li sala 2012an me hêvî ji PYDê hebûn ku wê dozê vekê û zerermendên zinara Erebî qerebo bikê, lê tiştek ji xelkê re nehate kirin.
Siyamend Haco ji Rûdawê re ragihand, li sala 1958an de biryarek bi navê “Islah Zîra’î” ji aliyê hikûmeta Sûrî ve hate standin û li gor wê biryarê nediba melakên mezin yên Sûrî zêdeyî 460 hektar zeviyên ne avî heban û eger zêdetir heban, ew zevî ji wan dihatin standin û li aliyekî din, diba 120 hiktar zeviyên avî ji malikan re maban.
serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî herweha got, em weku malbata Haco, weku gelek melakan, zevî ji me jî hatin standin, lê ya balkêş ew bû ku hemû zeviyên me ji me hatin standin.
Bavê min 100 hiktar zevî li ser navê wî hebû, herweha dayika wî jî 80 hiktar zevî li ser navê wê hebûn, lê hemû ji wan hatin standin.
Derbarê hewlên wan ji bo vegerandina wan zeviyan, Siyamend Haco dibêje, malbata me bi riya dadgehê gelek hewil dan ji bo vegerandina zeviyên xwe, lê tiştek nehate kirin.
Li sala 2012an, dema deverên Kurdî ketin di destê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê de, me hêvî hebûn ku PYDê vê dozê vekê û ne tenê zeviyên me, belko yên gelek kesan werin vegerandin, lê ev tişt nehat kirin.
Gelek ji wan zeviyên di bin navê “Mezari El-dewlê” di bin destê hikûmeta Beis de bû, lewma dema hikûma Sûrî li sala 2012an ji wan deveran derketîn, ew zevî man di bin kontrola PYDê de û ji aliyê wan ve hatin bikarînan.
Siyamend Haco herweha ji Rûdawê re got, malbata Haco mezin e û xwedan gelek zeviyan bûn û eger em ji sala 1960an ve hesab bikin, dibe qereboya me bi milyarên dolaran were kirin.
Di serdemê hikûmeta Beis de, hemû partiyên Kurdî di gotin û belavokên xwe de behsa zinara Erebî dikirin, lê piştî ku Kurdistana Sûriyayê kete di destê Kurdan de, êdî tevgera Kurdî bê deng man.
Derbarê wan Erebên hawirde yên ku hikûmeta Sûriyê ya wî demî anîn û kirîn wan zevî û deverên Kurdî de, Haco dibêje, gelek ji wan Ereban bi darê zorê hatine deverên me û eve bi dehên salane li deverên mene, lewma divê hemû alî werin qerebokirin, hem Kurd û hem ew Ereb jî û bi rastî ev karê hikûmeta Sûrî ya nû ye.