Haco: Divê Amerîka alîkar be kesekî bi demokrasiyê bawer were ser desthelatê

Derbarê rakirina sizayan li ser Sûriyayê, Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco ji Kurdistan24 re ragihand, kesekî bawer nedikir ku biryareke bi vî rengî were standin.
Em dizandin Donald Trump keseke bi keyfa xwe diaxive û gelek caran biryaran distîne bê ku bizane ka ew biryar raste yan na, ji ber ku ev siza li ser biryara kongirêsê Emrîkî hatiye standin û ne bi sanahî ye ev siza bi vî rengî werin rakirin, herî kêm divê kongirês erê bike.
rakirina van sizayan ji bo Sûriyê bi giştî baş e, lê dem divê hata ev siza rabin.
Siyamend Haco herwiha got, hevdîtina Trump bi serokê Sûriyayê yê nû Ehmed El-Şerih re wî bihêz dike û tê wateya itîrafeke Emrîkî bi El-Şerih.
Piştî wê hevdîtinê, Trump got, El-Şerih kesekî bihêz e.
Haco dibêje, ev axaftina Trump tiştekî xirab e, nabe serokê Sûriyê yê nû bihêz be, ji ber ku divê kesekî Sûryayê birêve bibe ku em bikaribin desthilatê li gel wî hevpar bikin û nabe groupekê biçûk desthilatê birêve bibe
Eger Trump tiştek ji dîroka Sûriyê zanîba, ev axaftin nedigot.
Cihê metirsiyê ye ku Emerîka alîkar be ji bo bihêzkirina Ehmed El-Şerih, ya rast ew e ku Emerîka alîkar be ku kesek were ser desthilatê baweriya wî bi demokratiyê hebê, ne kesek bi yek alî siyasetê bike.
Heta niha hikûmeta nû ya Sûriyayê, hikûmeteke sinî û Islamiye û bi nerîna min divê kesek hikûmeteke bi vî rengî bihêz neke.
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî herwiha got,Trump siyasetê nake, belko bazirgane û bazirganiyê dike û ev birayara rakirina sizayan li ser daxwaza Siudiyê û Turkiya bû û îmzekirina peymana 600 milyar dolarî ew serxweş kir û biryar standin, lê em bi hêvîne ku kongirêsê Emrîkî rakirina sizayan bi hejmareke mercan ve girêbidê û control bike ku bikevê di berjewendiya Sûriyayê de.
Li ser karîgeriya rakirina van sizayan li ser Kurdistana Sûriyayê, Haco got, Trump ne tenê daxwaz başkirina têkiliyan li gel Israîl û îmzekirina peymana Abraham ji serokê nû yê Sûriyê kir, lê xwest ku ew şerê DAIŞê û parastina kampên malbatên DAIŞê jî bikin, û ev gaveke xirabe ji bo Kurdan, ji ber ku hevpeymanên Emerîka ji bo şerê DAIŞê Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSDê ne û ew kamp di bin kontrola HSDê deye û eger hikûmeta Sûriyayê ya nû van cihan jî control bike, tê wê wateyê, ku tu rola HSDê namîne.
Trump kesekê bazirgane û ji bo wî HSDê û şerê DAIŞê xerciyeke zêdeye bo Emerîka û ew dibîne eger hikûmeta Sûriyayê ya nû bi van karan rabe, êdî ew van pereyan nadin, wate kêmkirina xerickirina pereyan li sûryayê û ev ne di berjewendiya Kurdan deye.
Derbarê konfirasê yekrêziya Kurdî, Siyamend Haco ji Kurdistan24 re got, ez bawer nakim Ehmed El-Şeri pêşwaziyê li komîteyên konfiras bike, ji ber ku berî niha Şeri peymanek li gel fermandarê giştî yê Hêzên sûriyaya Demokratîk HSDê Mezlum Ebdê îmze kiriye û pêwîst nakê danûstandinê bi tu aliyekê din re bike.
Ta niha Mezlûm Ebdê dibêjê ez pabendim bi peymana me li gel Şeri îmze kirî, lê bi nerîna min ew peyman berovajî lihevhatinên konfirasê Kurdî ye û di siberojê de ev peyman wê bibe astengeke mezin li pêşiya wî komîteya hevbeş ya ku wê here Şamê.