Şandeke ŞAKê bi serokatiya Siyamend Haco diçe Kurdistana Sûriyê

Îro şanda Şepêla Azadî ya Kurdistanî ber bi Hewlêrê ve birêdikeve, ku roja sêşema bê derbasî Kurdistana Sûriyê bibe. Şanda ŞAKê ji Siyamend Haco serokê ŞAKê û herdu endamên Ofîsa Pêwendiyan Dîdar Mîro ji Almanya birêdikeve û Horan Hem jî ji Lubnanê birêdikeve, pêk tê.
Biryar e şanda ŞAKê îro bigihe Hewlêrê û sêşema bê bi rêya dergehê sînorî ya Fîşxabur-Sêmalka re derbasî Kurdistana Sûriyê bibe.
Şanda ŞAKê serdana xwe bi hevdîtinên meydanî li pir deveran dest pê dike û bi Partiyên siyasî re di derbarê pêşxistina karê hevkariyê û pevguhertina nerînan derbarê pêşeroja Kurdistana Sûriyê. Herwiha dê şanda Şepêla Azadî ya Kurdistanî çend semîneran jî di derbarê nêrîna ŞAKê û pêşhateyên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê de lidar bixe.
Ev serdana Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, piştî derbasbûna 47 salan tê, ku li ser astê kesayetî û siyasî jî gelekî girîng e.