Sekreterê El-Partî pêşwaziya Serokê Berê Kurdistana Sûriyê dike

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) îro li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco û şanda pêre kir
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina karê Berê Kurdistana Sûriyê û pêwendiyên bi partiyên kurd re û serdana bê ya Siyamend Haco ji bo Kurdistana Sûriyê hate kirin
Deqeya ragihanda Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
Sekreterê El-Partî pêşwaziya Serokê Berê Kurdistana Sûriyê dike
Bi hilkefta Cejna Qurbanê, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Serokê Berê Kurdistana Sûriyê Siyamend Haco û şanda pêre kir.
Şanda mêvan ji Siyamend Haco ji herdu endamên Desteya Serkirdayetiyê yên Şepêlê Dîdar Mîro û Ebdilhemîd Yûnis pêk dihat. Herwiha ji aliyê El-Partî ve jî her yek ji endamê Komîta Navendî Mihemed Sedîq Brahîm û endamê Komîta Herêmî Mihemed Selîm Hesen.
Di hevdîtinê de behsa çawaniya pêşxistina karê Berê Kurdistana Sûriyê û xurtkirina hemahengiya di navbera pêkhateyên wê de hate kirin, herwiha li ser girîngiya firehkirina pêwendiyan di navbera partiyên siyasî de li Kurdistana Sûriyê jî hate tekezkirin.
Her di hevdîtinê de jî, behsa serdana bê ya Siyamend Haco û şanda pêre ji bo Kurdistana Sûriyê hate kirin, ku dê hevdîtinên siyasî, semînar û gerên meydanî lidar bixe û pê rabe.
Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
07.06.2025