li Almanya gotûbêja li ser nenavendiyê

Li bjarê Lokom li Hanover a Almanya workşopek ji aliyê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ji bo hejmareke ciwanên Sûriyê û Kurdistana Sûriyê birêve diçe û têde behsa sîstema birêvebirnê li Sûriyê tê kirin.
Serokê Berê Kurdistana Sûriyê Siyamend Haco ku di heman demê de endamê rêvebir a Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ye ji kenalê Kurdistan24 re ragihand ku ev workşop wê 2 rojan berdewam bike û têde hejmarek ciwanên Sûriyê û Kurdistana Sûriyê çi Kurd, çi Ereb û Aşûrî yan Durzî li xwe digre û wan ev hemû kes li hev kom kirine ji bo behsa nenavendiyê li Sûriyê bikin.
Haco got ku ji sala 2016an Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî li ser sîstemekê nû yê Sûriyê kar dike ku tekezî li ser fêdraliyê kiriye, lewma bo her dem û demekî ciwanên Sûriyê li hev kom dikin ji bo bizanin çi cure fêdralî ji bo Sûriyê baş e û çima fêdralî ji Sûriyê re baş e, bi taybet piştî hatina hikûmeteke nû ji bo Sûriyê.