D dikeBereya Kurdistana Sûriyê daxuyaniyên Barrack re

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

Daxuyanî derbarê daxuyaniyên şanderê Amerîkî ji bi Sûriyê li ser federalîzmê

Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniyên dawî yên şanderê Amerîkî ya taybet ji bo Sûriyê, Thomas Barrack, ku têde gotibû federalîzm li Sûriyê biser nakeve, erd dikin û metirsîdar dibînin ku destêwerdaneke di karûbarên Sûriyê de ye û hewleke ji bo çespandina sîstemeke hikumraniyê li gorî berjewendiyên Amerîka li navçeyê û hêviyên gelê Sûriyê û pirrengiya pêkhateyan bicih nîne.

Pejirandina sîstema hukimraniyê ya siberoja Sûriyê tenê di destê sûriyan de ye û nabe ti aliyekî derekî, her kî be jî, bi zorê nêrîna xwe li ser wan ferz bike.
Herwiha cihê matmayîbûnê ye ew daxuyanî ji nûnerê yekem dewleteke federal li dîroka nû de (1789) ku li ser bingeha parvekirina desthelat û samanan di hundirî welatekî federal de, derkevin û federalîzmê weke metirsiyekê ji bo perçekirina welêt nîşan bide, tevî ku federalîzm bi xwe sîstema parastina yekîtiya welatî ye bi rêya parvekirina dadmend a desthelatê, ne ku tenê di destekî tenê de bimîne.

Guhertina helwesta Amerîkî derbarê rêveberiya nû li Şamê diyar dibe, di dema ku hevalbendên wê yên şerê terorê kiribûn, HSD, têne piştguhkirin û rola wan tê lawazkirin. Ew helwest zelal dike û Amerîka bi aliyê rêveberiyekê li ser bingeha îdiyolojiya îslamî ve diçe li ser hesabê hêzên sîvîl ku di şerê terorê de hevkarê wan bûn.

Herwiha ji bêdengiya Îsraîlê derbarê van daxuyaniyan matmayî dimînin, weke ku bi dilê wan be jî, tevî ku beriya niha di daxuyaniyên xwe de behsa piştgiriya pêkhateyên Sûriyê dikirin li hember wan hêzên îslamî yên radîkal.

Tecrûbe tekez dike, nabe em pişta xwe bi pişta ti aliyekî bispêrin ji bilî piştigiriya gelê me, ji ber ku ew piştigiriya navdewletî dikeve bin bandora berjewendiyên wan welatan ve.

Ji ber vê jî, em weke Berê Kurdistana Sûriyê, dest ji daxwaza federalîzmê bernadin û her aliyek tiştên xwe li ser me ferz bike, red dikin û bang li tevgera kurd û tevahiya hêzên niştimanperwer û demokrat li Sûriyê dikin, ji daxwaza federalîzmê neyên xwar ku garantiya rasteqîne ya pêşeroja Sûriyê wekî welatekî pirreng û demokrat ji bo tevahiya hemwelatiyên welatî.

Berê Kurdistana Sûriyê
10.07.2025