Siyamend Haco li Berlînê beşdarî paneleke Wezareta Derve ya Almanya dibe

FB_IMG_1755883754850

Di roja " deriyên vekirî" ku li Almanya tê naskirin, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, weke Endamê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî li Berlînê beşdarî panelekê dibe, ku Wezareta Derve ya Almanya pê radibe.
Panel behsa rewşa Sûriyê dike bi navnîşana " Çi li Sûriyê diqewime? Astengiyên qonaxa veguhêz".

Konsulê alman ê berê li Herêma Kurdistanê û ji ber Wezareta Derve ya Almanya ve birêz Klemens Semtner, vê panelê birêve dibe. Herwiha her yek ji birêz Usama Filîks Dara (Ji ber grûpa Hevalên Gelê Sûriyê) û ji ber Wezareta Derve ya Almanya ve jî xanim Sonya Araban beşdar dibin.

Vexwendin giştî ye û her dikare beşdar bibe.

Her sal rojê carekê hikûmeta Almanya deriyên xwe ji xelkê re vedike, ku ji nêzîk ve karên saziyên dewletê bişopînin û rasterast bi berpirsên dewletê re bi rêya van panelan, gotûbêjan dikin.