Ma ev lawazbûneke siyasî ye yan lêgerîna li postan e

20250118_230741_0000

Comerd Hemdoş

Piraniya bernameyên berendamên Civata Gel (Parlemantoya Sûriyê) ji ber bazneya Efrînê û daxûyaniya dawî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) gav-avêtineke eşkere ye li ser gotûbêja bingehîn derbarê pirsa mafên netewî yên gel kurd.

Piraniya berendaman di bernameyên xwe de, bi awayekî rasterast, ji pirsên nasîna fermî bi gelê kurd wek Gelekî xwedî mafên dîrokî û siyasî li gorî Yasaya Navdewletî, bi dûr ketine. Wan tenê amaje bi rengê birêvebirina xwecihî dane, bêyî ku bi mafên netewî yan mafê xwebirêvebirinê ve girê bidin. Herwiha di bernameyên wan de ti carî peyva “ Demokrasî” derbas nebûye. Hema mirov bêje li gorî nerînên Hikûmeta Demkî ya niha dimeşin, wek çawe tu bêjî mafên kurdan xêzên sor in û nabe jê derbas bibin!

Bi kêmayî tenê kesek di bernameya xwe de eşkere behsa mafên gelê kurd dike û li ser Sûriyak federal tekez dike û her deverek karibe xwe bi xwe birêve bibe, wate nenavendiya siyasî di parvekirina desthelatê de. Herwiha heman kes behsa nasîna fermî bi zimanê kurdî li kelek erebî li "deverên kurdî" dike. Tevî vê jî behsa wê yekê nake, ku Kurdistana Sûriyê herêmeke siyasî-rêveberî ya yekgirtî be. Tê pêşbînîkirin jî ev daxwaz ne bi dilê desthelata Şamê be û şansê wî kesî nebe bigihe parlemantoyê jî.

Ji vê xirabtir jî, bernameyên hilbijartinê bi pîvanên erkên parlemantoyê re naguncin, ji ber ew ji sozên xizmetguzariyan an jî pirojeyên şarederiyan nêzîktir in ji erkên parlemantoyê. Lê erkê rast yê parlemanteran, yasadan û çavdêriya li ser karê Desthelata Cîbicîkar e, ne ku sozên jinûve avakirinê û pirojeyên xizmetguzariyê bidin.
Ev tevlîbûna çêbûye, yan ji nezanîna bi erkê parlemanteran e yan jî hewleke ji zanebûn e, ku ji gotûbêja derbarê pirsa bingehîn dûr bikevin, di serî de jî pirsa mafên netewî yên gelê kurd.

Ev dûrketin nîşan dide, yan pirsgirêkeke lawazbûneke siyasî ye yan jî lêgerîna li rizamendiya desthelatê ye, ku daxwazên netewî bikin tiştine biçûk û tenê di pirsên çandî yên teng de bihêlin û ji mafên îdarî derbas nebe.

Wêrekiya siyasî li cem berendamên partiyan tine ye, daxwazên netewî yên partiyên xwe bînin ziman, weke çawe bêjin ku Sûriyê dewleteke federal be an jî eşkere bidin nasîn, ku Efrîn beşek ji Kurdistana Sûriyê ye. Lê belê wan xwest pirsê bidin xuyakirin wek çawe Herêma Efrînê ne bi temamî kurdî ye.
Daxuyaniya ENKS ya derbarê pirsa xwendina bi kurdî jî, ji pirsên çandî derbas nekiriye û tenê têde hatibû gotin“ herêmên bi piranî kurd“ û kûrahiya netewî û dîrokî ya Efrînê piştguh kiribû.

Ev Şanoya hilbijartinan e, ne hilbijartineke rast e û ne jî mekanîzmên dengdayîna rasterast hene, ku welatî mafê derberînê bidest bixînin. Biryar bi xwe bi rêya komîteyên şaxî têne standin, ku ew komîte biryarê dide kî bi ser bikeve û kî bi ser nekeve. Herwiha serjimariyeke giştî li ber destan tine ne, ku kursiyên her bazneyekê diyar bike.

Piraniya partiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê giringiyê didin deverên bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û ji ber pirsa Efrînê xwe didin alî û wê jî(Efrînê) bi tenê li hember rewşa wê ya siyasî dihêlin. Ew partî tevlî hilbijartinan nebûne, lê nerazîbûna xwe ji dûrxistina wan ji pêkanîna Hikûmeta Demkî û ragihandina destûrî nîşan dabûn, di heman demê de jî çawe endamên wan li Efrînê bûne berendam û bi ser de jî dibêjin Efrîn sala 2018an hate rizgarkirin!
Çawe endamên wan partiyan dibine berendam û hîn ti rêkeftineke siyasî bi Şamê re çênebûye? Mirov dibêje qey partiyên kurd bi du rûyan li Efrînê dinêrin! Nabe doza kurd di herêmekê bi tenê de were kurtkirin.
Her hewleke dûrxistina Efrînê ji herêmên din ên Kurdistana Sûriyê, vekişandineke ji pabendbûna bi mafê netewî yê hevpar.

Nebûna nasîna bi mafên kurdan û tenê behskirina rengekî ji rengên rêvebirina xwecihî, kêmbîna wêrekiya siyasî û ne pabendbûna rast bi prensîpên Dadperwerî, Wekhevî û Demokrasiyê nîşan dide.
Li vir jî ev pirs tê holê: Gelo ev piştguhkirin ji lawazbûneke siyasî ye yan lêgerîna li postan e?

Li taliyê jî, nebûna beşdariya Tevgera Siyasî ya Kurd rewatiya her pirojeyeke siyasî li ser astê Sûriyê lawaz dike, herwiha beşdariya takekesî dike hêmanek, ku helwesta kurdan di danûstandinên bi Şamê re lawaz bike û kaxezên di destên Şamê de xurtir bike.
Divê ev şanoya hilbijartinan were baykotkirin û sekinandina li kêlek Tevgera Kurd bijardeya herî baş e ji bo xurtkirina helwesta gelê kurd.
Divê berî her beşdarbûneke takekesî, gaveke bingehîn pêş bikeve, ew jî ew e, nasîna bi kurdan û mafên wan yên netewî li gorî yasayên navdewletî, wekî din, dê ew beşdarîbûna takekesî bibe dayîneke belaş û bihaneyekê bide desthelata Şamê, ku bêje nûnertiya kurdan di desthelatê de heye û pêwîstiya bi danûstandina bi tevgera siyasî ya kurd re nîne.