Daxuyanî derbarê lidarxistina hilbijartinên Civata Gel a sûrî

IMG-20241207-WA0028

Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, hilbijartinên Civata Gel ku îro li deverên di bin destê hukûmeta demkî li Şamê têne lidarxistin, ne rewa ne. Herwiha ew hilbijartin dûrî pirensîpên demokratî û zelaliyê ne jî.
Serokê qonaxa veguhêz yek ji sêyan ji endaman bi xwe û rasterast destnîşan dike û du ji seyê mayî jî ji aliyê komîteyên şaxî ve, yên ku bi biryara komîta bilind a hilbijartinan hatine çêkirin, têne destnîşankirin. Wate du ji seyan ne rasterast têne destnîşankirin, bi awayê ku ti rewatî û demokrasiya rast di piroseya hilbijartinan de namîne.

Ev desthelata veguhêz bi rêya ” desteyên hilbijêr yên xwecihî” destê xwe datîne ser tevahiya proseyê, ku bi fermana serokatiyê ya hejmar 66 ku birêz Ehmed El-Şerih derxistiye, hatiye avakirin.Herwiha nûnertiya di parlemantoyê de tenê ji bo kesên naskirî û xwendevanan hatiye destnîşankirin, û hêz û aliyên siyasî, karker, cotkar, beşên din ên civakê û xelk bi giştî jê hatine dûrxistin.

Tiştên îro dibin, ne hilbijartinên rast in, lê belê destene hilbijêr yên xwecihî ne û bi xwe berendaman hildibijêrin ku li gorî nêrînên desthelata niha bin, bêyî ku ti hilbijartinên rasterast bêne lidarxistin û nûnertiya vîna gelê Sûriyê bikin.

Herwiha tiştê îro dibe, tekez dike ku Sûriya nû bi ti awayî nikare navendî be, ku hukûmeta Şamê dikare li her sê parêzgehên Siwêda, Reqa û Hesekê hilbijartinan lidar bixe. Ev yek jî wê yekê nîşan dide û tekez dike, pêşeroja welêt divê li ser sîstema federal be bi awayê ju beşdarbûna rast a pêkhateyan misoger dike.

Ji ber vê jî, ev Civata Gel (Parlemanto) ku dê ji van hilbijartinan çêbibe, dê ne rewa be, herwiha dê metirsiyên cidî çêbike, ku yasayên ne rewa bêne çespandin di dema u serbixwebûna desthelata Yasadanînê nîne û di bin destê desthelata Cîbicîkar de ye û ew jî serokê qonaxa veguhêz e.
Ev kiryar, birêvebirina şaş a qonaxa veguhêz nîşan dide û rê li ber jinûve çêkirina sitemkariyê li Sûriyê bi rengekî nû çêdike, bêyî ku hêviyên sûriyan di Azadî, Demokrasî û dadperweriyê de bicî bike.

Ji ber ku em xemê pêşeroja Sûriyê û gelê wê bi pêkhateyên wê ve dixwen, em weke Berê Kurdistana Sûriyê tekez dikin, ku gotûbêjeke niştimanî ya rast bêne destpêkirin ku tevahiya pêkhateyan cihê xwe têde bigirin û kar ji bo avakirina desteyeke hukûmê ya demkî ji dêlva hukûmeta demkî ya niha, bê kirin bi awayê ew deste karibe rewatiya niştimanî bistîne û lihevkirina siyasî bidest bixe, herwiha ew karibe jî nexşerêya avakirina Sûriya Nû deyne, ku bibe dewleteke demokrat, federal û pirreng, herwiha karibe mafên tevahiyan li ser bingehên wekhevî û hevkariya rast misoger bike.

Berê Kurdistana Sûriyê
05.10.2025