Daxuyanî Berê kurdistana sûriyê

FB_IMG_1765093434857

Daxuyanî

 

Berê Kurdistana Sûriyê, roja şemîyê 6.12.2025, civîneke xwe ya fireh bi rêya online lidar xist, bi beşdariya endamên Berê Kurdistana Sûriyê, ji Kurdistana Sûriyê, Herêma Kurdistana Iraqê û Ewropa, ji partî û rêxistinên civaka sîvîl, kesên serbixwe û endamên ofîsên Berê ye.

 

Di despêkê de, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco gotina pêşî dest pêkir û bixêrhatina beşdaran kir û behsa wan şeş mehên borî kir, û behsa karên dîplomasî yê ku Berê pê rabû, her wiha peywendiyên ligel welatên Ewropî û serdana wî ji bo Dimeşqê, Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê.

 

Piştre berpirsên ofîsan behsa karên xwe yên wan şeş mehên derbasbûyî kirin, wek ofîsên pêwendiyên giştî, Revenda kurdî, Ragihandin û Encûmenên herêmî li Kurdistana Sûriyê, piştre nûnerên rêxistinên civaka sîvîl rapor û gotinên xwe pêşkêş kirin.

 

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hate kirin û li ser helwestên Berê di derbarê pirsên siyasî li ser asta Sûriyê û Kurdistana Sûriyê tekez kirin. Li aliyekî din jî behsa çawaniya pêşxistin û firehkirina Berê Kurdistana Sûriyê hate kirin û gotûbêjeke cidî ya berpirs di navbera beşdaran de çêbû û pilanên kar ji bo pêşerojê jî hatin gengeşekirin.

 

Di dawiya civînê de û ji ber serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê her şeş mehan tê guhertin gorî sîstema navxweyî, Rêzdar Silêman Silêman Hevrêzkarê giştî yê Tevgera Aştî ya Kurdistanê ji 6.12.2025 dest bi karê xwe weke serokê Berê bike.

 

 

Desteya Serokatiyê

Berê Kurdistana Sûriyê

7. 12. 2025