Çar partî li ser rewşa gundê Kaxrê helwestê distînin

ŞAK-Navend: Çar pariyên Kurdistana Sûriyê di derbarê rewşa gundê Kaxrê yê Navçeya Mabata ya Herêma Efrînê de daxuyaniyek belav kirin û têde kiryar, binpêkirin û tawanên çekdaran şermezar kirin û daxwaz kirin guvaş li ser tirkan bêne kirin ku kiryarên çekdaran rawestînin û Îtîlaf, ENKS û PYD jî weke berpirs bi nav kirin. Deqea Daxuyaniyê:
Em van bûyerên dawî yên li gundê Kaxirê yê Navçeya Mabata li Herêma Efrînê bi êş dişopînin, ku gropeke çeteyan ya bi navê Lîwa Sultan Silêman Şah (naskirî bi emşat) û ser bi Artêşa Niştimanî ya Îtîlafê ve ne, bacên herî giran li ser xelkê ferz kirine. Her wek dehên gundên din, li ser her dareke zeytûnê 8 dolar ferz kirine, ku par û berî wê jî tenê 1,5 dolar bû. Ev jî destdirêjiyeke cihê nerazîbûnê ye ku çekdar bi serê xelkê dikin, ku wan neçar bikin bi zorê dest ji erdên xwe berdin û koçber bibin, bi vî awayî dixwazin guhertina demografî pêk bînin, ku heya niha berdewam e.
Lê binpêkirinên çekdaran li ber sepandina bacê nesekiniya. Çend xelkê gundê navbûrî yên razî nebûn bacê bidin û dest ji wekaleyên birêvebirina milkên mirov û nasên xwe bernedan, hatin girtin. Bi bihaneyên cuda çekdar destan datînin ser mal û milkên kurdan, weke heftiya bûrî, ku biryar standin dest deynin ser malên koçberan, çi yên bi wekale an bê wekale. herwiha ji bo her maleke koçberkiriyan divê 8 hezar dolar bê dayîn heta ew dest nedynin ser malê ti kesî. Em dizanin merema wan ew e ,ku bêtir ereban li herêmê, li ser hesabê kurdan, niştecih bikin. Van guvaşan hişt ku welatiyê bi navê Şêxo Ebdik Ebo tûşî felceyê bibe û jiyana xwe ji dest bide, ku hatibû neçarkirin yan dest ji mala xwe berde yan jî 8 hezar dolaran bide çekdaran.
Pişt re jinên gundî weke nerazîbûnekê li ser halê ew tê de ne, derketin xwepêşandanê, lê çekdaran ew xwepêşandan bi zorê ji hev bela kir û dest dirêjî li ser jinan kirin û dest û piyên wan jî şikandin, hinek ji jinan birîndar ketin û hineke din jî ji hiş ketin. Bi ser de jî çekdaran interneta gundî jî birîn, ku kes nikaribe eşkere bike çi li wî gundî dibe û qedexeya derketina ji derve ragihandin. Bi vî awayî gund bi temamî hate dorpêçkirin.
Em, partiyên li ser vê daxuyaniyê îmze kirine, girtin, eşkencekirin, lêdana xwepêşanderan û guvaşên li ser xelkê têne kirin, şermezar dikin. Herwiha em dibînin ku ev binpêkirineke mezin e ji mafên mirovan re û wan hewlên gropa çekdar jî şermezar dikin , ku dixwazin bidin xuyakirin ku tiştê bûye encama nakokiyeke malbatî bû.
Binpêkirinên mezin ên bi serê xelkê Efrînê de têne kirin, weke tawanan têne binavkirin û nema tên qebûlkirin. Li vê derê em banga xwe digihînin tevahiya partiyên kurd, opopzisyona ereb û civaka navdewletî ku li hember van binpêkirinan bisekinin û bi erkên xwe yên dîrokî rabin, herwiha divê ew alî guvaşan li ser hikumeta Tirkiyê bikin, ku kiryar û binpêkirinên çekdaran li Efrînê rawestînin û dorpêçê ji ser gundê Kaxrê rakin û rê li ber veguhestina birîndaran ji bo nexweşxaneyan vekin. Herwiha divê çekdar bi temamî ji deverê vekişin û piroseyên erebkirin û guhertina demografî bêne sekinandin , û nasnameya netewî ya deverê jî bê parastin.
Tirkiyê weke aliyeke desthilatdar li Efrînê ,ji ber tiştên têne kirin ve, berpirs e, herwiha ew ji ber kiryarên çekdaran ve jî berpirs e. Îtîlaf jî ji aliyê exlaqî, siyasî û yasayî ve jî berpirs e ji ber ew çekdar bi ser wê ve ne û çavên xwe li ser kiryarên çekdaran digire. Herdem jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî berpirs e, ku hevparê Îtilafê ye û ji ber beşekî mezin ji tawanên têne kirin berpirs e, ku heya niha di nava Îtîlafê de cih digire û rûyê wê spî dike. PYD jî berpirs e, ku sedemê sereke bû ji rewşa niha ya Efrînê, ku ji ber kiryar û siyasetên şaş, rewşa Kurdistana Sûriyê giha vî halî û bû sedem tirk derbasî deverê bibin û kurd rastî wêrankirinê werin.
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji bo girtiyên siyasî di zindanên gropên çekdar de
Paritiyên îmze kirine:
Tevgera Kurdayetiyê
Tevgera Avakirina Demokrat a Kurdistanê- Sûriye
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
Şepêla Azadî ya Kurdistanî