Şanda çar Partiyan li Londonê ye

şand

ŞAK-Navend: Di 19.09.2024an de şandeke herçar Partiyên bi hev re li ser belgenameya hevbeş îmze kirine, ber xwe da Londonê û bi wezareta derve ya Berîtanya re civiya, ku balyoza berîtanya ji bo Sûriyê û berpirsa dosyeya Kurdistana Sûriyê beşdar bû.

Di civînê de behsa mijarên girînêg ên derbarê pêşeroja Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin, herwiha mijara gotûbêja kurdî-kurdî jî hate gotûbêjkirin û tekezî li ser jinûve despêkirina wê hate kirin ji aliyê şandê ve bi awayekî berfirehtir bibe. Şandê xwest Berîtanya jî roleke wê ya girîng di gotûbêja kurdî-kurdî de.

Şanda herçar partiyan ji her yek ji Serokê Şepêla Azadî, Siyamend Haco û Serokê Tevgera kurdayetiyê Hesen Şêxo pêk dihat, behsa gotûbêjên Cinêfê û pirsa destûra Sûriyê kir, û nerihetiya xwe anîn ziman ku ew gotûbêj bi serî nebûye, herwiha şandê xwest Berîtanya roleke wê di pişgirîkirina vê doyeyê de jî hebe.

Şanda navbûrî di civîna bi balyoza Berîtanya re behsa rewşa Efrînê ya dagirker kir, û li ser vekişîna hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve kir, şandê diyar kir ku gelekî girîng e Berîtanya di derxistina wan çekdaran ji Efrînê rolekê bilîz, ku xelkê deverê karibe bi xwe deverên xwe birêve bibe bi din siya parastineke navdewletî de.
Aliyê berîtanî jî ji vê hevdîtinê kêfxweş bûn û dilgeş bûn bi berdewamkirin civînên bi vî awayî û piştgiriya xwe jî diyar kirin.