Şepêla Azadî belgeya platforma Mosko red dike

تيار الحرية الكوردستاني

تيار الحرية الكوردستاني

Şepêla Azadî ya Kurdistanî daxuyaniyeke nerzîbûnê li ser belgeya nû ya Platforma Mosko belav kir. Di wê belgeyê de Partiya Pêşverû jî îmze kiriye. Daxuyanî dibêje em ji ber helwest û kiryarên hin partiyan bi tirs in ku ji mafên gelê kurd têne xwarê û bi erzanî dest jê berdidin. Şepêla Azadî banga lidarxistina maseyeke kurdî dike ku nerîneke siyasî ya hevbeş jê derkeve, eger nebe pêşerojeke tarî li pêş gelê kurd e.

 

Deqeya daxuyaniyê:

 

Daxuyanî li ser îmzekirina Pêşverû li ser belgeya platforma Mosko

 

Şepêla Azadî ya Kurdistanî nerazîbûna xwe li ser belgeya nû ya platforma Mosko, ku Partiya Pêşverû li ser îmze kiriye, nîşan dide, bi taybetî pirsên girêdayî doza kurd û pêşeroja gelê kurd li Sûriyê.

Binavkirina doza kurd tenê weke pirseke niştimanî ya demokrat, bêyî ku ti nîşanê li ser mafê çarenivîsê ji gelê kurd re bide û heta behsa avakirina sûriyak federal ku Kurdistana Sûriyê tê de yek perçe be neke, nîşana ji paşve vegerandinê ji daxwazên sereke yê partiyên kurd li Sûriyê ye ku berê wan li ser lihev kiribûn. Ev gotinên biçûk di derbarê doza kurd de, ji giringiya mafên rewa yên gelê kurd kêm dike û pirsên cidî derbarê armancên partiyên li ser vê belgeyê îmze kirine dide pêş, bi taybetî dema em dibînin partîne kurd hene bi erzanî ji daxwazên xwe vedigerin, weke herî talî di kongreyê Mesar de ku MSDê li Brukselê lidar xistibû.

 

Navendiyeke tund, bêyî nenavendiyeke darayî û siyasî ya rast, sîstema nenavendiyê vala dike. Bêyî nenavendiya darayî ti dever an şarederî nikare dibistanekê ava bike an jî xizmetguzariyên sereke pêşkêş bike, ne hîn birêvebirina deverekê!

Ev belge nerîneke rast di derbarê parastina mafên gelê Kurdistana Sûriyê de û birêvebirina wê, nîşan nade. Tişttê ev belge nîşan dide nagihe astê rêvebiriyeke nenavendî jî, bi kêmayî ew rêvebiriyên nenavendî herî kêm biçekî ji karê darayî û rêvebirên desthilatên wan hene, lê ev belge hîn ji ya Esed pêk aniye, kêmtir e jî û tenê nenavendiyeke tund e.

 

 Îmzekirina hin partiyên kurd li ser belgenameyên bi vî rengî, gelek pirs û gumanan li cem çê dike. Metirsiyeke mezin e ku hin alî bi erzanî ji daxwazên mafên gelê kurd werin xwarê. Pêşverû ku li ser belgeyê îmze kiriye, heman partiya ye ku di 20013an de ligel ENKS bi Îtîlafê re li ser belgeyeke siyasî lihev hatibû, ku di wê belgeyê de jî, wê hingê rihmetî Hemîd birayê sekreterê niha yê Pêşverû, Selah Derwêş, îmzekiribû, ENKS gotibû baştirîn şêwe ji bo Sûriyê dewleteke federal e, lê xuyaye helwestên Pûşverû yên berê û yên niha berûvajî hev in.

Ew salên derbas bûyî, ji me re dan nîşan ku tevahiya belgeyên partiyên kurd bi opozisyonê re îmze kirine, ne di astê daxwaz û mafên gelê kurd li Kurdistana sûriyê bûn. Berûvajî vê jî, ew aliyên ereb bi wan belgeyan pabend nebûn û hebûna kurdan di nav wan de weke rengekî ji rengên standina rewatiyê bikar danîn, eger ne wisa ba, wê ew belge bihatibana guhertin heya niha, ku li gorî rewşa niha bin.

 

Em weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî, metirsiyên xwe ji yekê didin nîşan ,ku her diçe hin partiyên kurd bi hin aliyên opozisyonê re bi tena xwe îmze dikin û ji bingehên sereke yên siyasî di navbera kurdan de têne xwarê, weke pirensîpên federaliyê û demokrasiyê. Li vê derê, em weke Şepêla Azadî, banga lidarxistina maseyeke gilover dikin, ku tevahiya partiyên kurd li hev kom bibin û li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev bikin, ku maf û pêşeroja gelê me biparêze.

 

Ji ber vê jî, em bang li aliyên kurd dikin ku endamtiya xwe di nava aliyên opoziyonê de biseknînin, bi taybetî platforma Mosko, heta kurd li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev bikin û karibin mafên gelê kurd û Kurdistana Sûriyê weke herêmeke yekgirtî biparêzin, ku ew nerîn di pêşerojê de bibe bingeha her gotûbêjekê bi aliyên opozisyonê re.

Eger ew rewşa ji mafhatina xwarê ya hin partiyan berdewam bike, wê pêşerojeke tarî li pêş me be, ji ber vê jî bazara li ser mafên netewî yên gelê kurd neyên qebûlkirin û divê ji derveyî lihevkirineke hevbeş gotûbêj neyên kirin.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî dê ji bo parastina mafên gelê kurd û berevaniya di ber bingehên rêkeftinên Dihok, Hewlêr 1û2 ve berdewam bike û bang li her aliyekî dike bi erkê xwe yê dîrokî di vê dema hestiyar de rabe.

 

Şepêla Azadî ya Kurdistanî

25.11.2024