ŞAK lêkolînekê li ser çandiniyê belav dike

duc

ŞAK-Navend: Şepêla Azadî ya Kurdistanî lêkolîneke berfireh bi zimanê erebî bi navê „Rewşa Çandinî û Civaka Çandiniyê li Kurdistana Sûriyê“ belav kir.
Lêkolîn rewşa çandniyê ya niha bi hûrgilî analîze dike, çi di serdema rejîma Sûriyê û çi jî di dema desthilatdariya PYD de, herwiha lêkolîn astengiyên li pêş karta çandniyê ya girîng û bandora siyasetên Beis û PYD analîze dike.

Di despêkê de qunaxên dîrokî ku çandinî tê re derbas bûne, ji serdema yekbûna Sûriyê û Misirê heta serdema Hafiz Esed û kurê wî û li dawiyê jî digihe serdema desthilatdariya PYD ya defakto, ku çawe çandinî bi paş ve çû û berhemên wê jî kêm bûn herwiha ligel xirabûna rewşa abûrî jî. Ew yek jî ji ber rewşa şerê Sûriyê encama siyasetên şaş ên PYD, ku siyasetên bi kar tîne, ji ên rêjîmê ne dûr in û pişta xwe bi stratejiyên şaş dispêre. ji ber vê jî tê dîtin çawe di siyasetên çandiniyên ne serkeftî bû, bi taybetî di çareserkirina pirsgirêka siyasî û yasayî ya milkbûnê û mafên bidestxistin û destdanîna ser milkan de ku ji serdema Hafiz Esed ve berdewam dikin.

Lêkolîn behsa piroseya kirîn û firotina milkan û parastina wan dike, herwiha biryarnedana dadgehên niha di derbarê diyarkirina xwediyên esas yê milk de.

Lêkolîn bisernekeftina PYD di birêvebirina zengîntirîn devera çandiniyê de piştrast dike, çi ji aliyê birêvebirina wê ya şaş û çi ji ji aliyê plandanînê û nebûna sîstemeke abûrî ya giştî û zelal ve.
Hûn dikarin Lêkolînê bi zimanê erebî bi riya vê lînka xwarê re bixwînin.

lêkolînekê li ser çandiniyê