Gotûbêja ŞAK li Berlînê

Şepêla Azadî-Berlîn

Bi hilkefta salvegera 5an a damezrandina Şepêla Azadî ya Kurdistanî, roja Yekşemê di 01.12.2024an de semînareke gotûbêjî li bajarê Berlînê yê Almanya hate lidarxistin.

Di semînarê de, gotûbêj di navbera her yek ji Siyamend Haco serokê ŞAK û rexnegir û romanivîs Hoşeng Osê de bû, ku bi dehan ji revenda kurd li Berlînê û derdorê beşdar bibûn.

Gotûbêja bi navnîşana Kurdistana Sûriyê bi ku ve diçe, ji aliyê Rojnamevan Meksîm Îsa ve hate birêvebirin.

Di destpêkê de behsa mijara gerim a Helebê hate kirin û pêşbêniyên pêşerojê bi taybetî metirsiyên li ser deverên kurdan li Kurdistana Sûriyê. Herwiha gotûbêja kurdî-kurdî mijareke sereke bû di vê gotûbêjê de, ku têde herdu rêzdaran Haco û Osê behsa astengiyên li ber têgihiştina li ser rêkeftineke siyasî ya hevbeş li Kurdistana Sûriyê û rol û bandora aliyên kurdistanî yên ji derve.

Ji aliyê xwe ve, Siyamend Haco, diyar ku aliyên kurdan bi rengekî ji rengan dest ji Kurdistana Sûriyê berdane, bi taybetî ew aliyên ku rêkeftinan bi opozisyona ereb re dikin, bêyî ku ti destkeftek ji kurdan re hebe ango danpêdanek bi mafên netewî yên rewa yên gelê kurd, herwiha got ku ew alî daxwaz nakin sîstema federaliyê ji Sûriya pêşerojê re bê çespandin û Kurdistana Sûriyê yek qeware be. Haco tekez kir, ku dema partiyek bi opozisyonê re rêkeftinan dike bêyî behsa ew tiştên wî binav kirine, bike, tê wateya destjiberdana ji Kurdistana Sûriyê.

Serokê ŞAKê behsa sedemên vekişandina partiyê ji nava ENKS kir, herwiha nebaşiyên rêkeftina Mosko ya nû ku Partiya Pêşverû pê re li ser lihev kiriye, herwiha kongreyê vê dawiyê ku MSD li Brukselê lidar xistibû.

Ji aliyê xwe ve, rexnegir Hoşeng Osê nerîn û rexneyên xwe jî di derbarê mijarên borî de anîn ziman, û got ku divê siyasetmedar herdem li ronahiyekê bigere ji bo lihevkirin û karê siyasî yê hevbeş. Osê behsa rol û bandora biryarên Qendîlê li ser Kurdistana Sûriyê kir û tekez kir ku PKK ji ber têkçûna giyaloga kurdî-kurdî ve berpirs e.

Ev cara yekê ye, ku serokê partiyeke kurd bi rexnegirekî re semînareke gotûbêjî lidar dixe û pirsên girîng bi zelalî tên behskirin.

Di dawiya semînarê de, beşdaran pirsên xwe aresteyî herdu birêzan kirin, bi taybetî pirsên girêdayî pêşeroja kurdan û çawaniya kar û derfetên li pêş doza kurd. Ya balkêş ew bû ku beşdaran hezkirin semînarên bi vî rengî berdewam û li deverên cuda jî bêne lidarxistin.