Helmeta alîkariya Efrînê

IMG-20241204-WA0049

Encûmena xwecîhî ya yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdiatanî li Ewropa helmeta alîkariya vegeryayên derbiderên Efrînê ragihand, ku dê pere ji xelkê re bêne komkirin. Encûmena xwecîhî di daxuyaniya xwe de tekez kir, ku vegera derbideran hêviyên xelkê bilintir dike ku bimînin û rê li ber guhertina demografî qut dike, deqeya daxuyaniyê:

Helmeta alîkariya Efrînê

Ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê me yê derbider e ku niha vedigere Herêma Efrînê, em weke Encûmena xwecîhî ya yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdiatanî li Ewropa helmeteke komkirina alîkariyên darayî destpê dikin, ku em karibin hinekî barê xelkê sivik bikin û di vê dema dijwar de xizmeta gelê xwe bikin.

Her kes dizane ku piştî şerê dawî li Helebê, xelkê me ku ji 2018an ve derbider bibû, niha hinek jê vedigere Efrînê, bê mal e û pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye weke xwarin, vexwarin, derman, şîrê zarokan û hwd. Xelkê me yê kurd bi germî pêşwaziya vegeriyayan dike û di malên xwe de bi cî dike, divê her kesek ji aliyê xwe ve alîkariyê, bi qasî dikare, bike.
Em dê bi rêk û pêk alîkariyan kom bike û li ser xelkê dabeş bikin. Eger hûn jî dixwazin bi me re alîkarî bin, hûn dikarin li vê jimara bankê li xwarê alîkariyê di bin navê „Afrin„ pereyan dabeş bikin.
Her çi bê komkirin û li ser xelkê bê belav kirin, em ê bi hejmar û hûrgilî ji xelkê re zelal bikin.

Vegera derbideran hêviyên xelkê li ser erdê li Efrînê bilintir dike û rêyên li ber guhertina demografî qut dike

EZKS e. V.
DE23 3702 0500 0003 3080 00
Bank: SozialBank

Bexişandina ji bo Efrînê erkekî netewî ye!
Bila em bi hev re alîkariya miletê xwe bikin

Encûmena xwecîhî ya yekê ya
Şepêla Azadî ya Kurdiatanî li Ewropa
04.12.2024