Haco: Pîroz be û bila Kurdistana Sûriyê bibe mînak ji Sûriyê re

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî nameyeke pîrozbahiyê di derbarê ketina rejîma Esed de belav kir û li tevahiya pêkhateyên Sûriyê ketina Esed pîroz kir û ew roj weke rojeke dîrokî binav kir.
Serokê Şepêla Azadî, Siyamend Haco, da zanîn ku divê kurd di zûtirîn dem de li ser çawaniya birêvebirina Kurdistana Sûriyê lihev bikin û sîstemeke demokrat ava bikin ji bo ji Sûriyê re bibe mînak, û got daxwaza me ya sereke Herêmeke yekgirtî ya Kurdistana Sûriyê bê avakirin û ji ber vê jî divê di zûtirîn dem de em li hev rûnin.
Haco got, ku ew hêvî dike her kesê ji cihê we derbider bûye, karibe vegere cihê xwe, Herwiha Haco eşkere kir ku divê tegera kurdî karibe di vê dema niha de nêzîkî hevdu bibin û li ser Sûriyak Azad û federal bi desthelata nû ku dê bê avakirin re lihev bikin.
Ji bo dîtina vîdiyoyê li vê derê bide: