Rojnamevanek: Mahir Esed li Silêmaniyê ye

بشار-الأسد-وشقيقه-ماهر

Rojnamevekî kurdê Îraqê, Rêbwar Kerîm welî, li ser rûpela xwe ya Facebookê hin zanyarî di derbarê Mahir Esed Fermandarê Firqeya 4an û birayê serokê rejîmê yê reviyayî de belav kirin.

Li gorî Welî, Mahir Esed bi rêya El-Qaim re ligel çend şêwermendên îranî û hezar kesî derbasî Îraqê bûne, herwiha welî got Mahir Esed bi holîkopterê ber bi Debaşan ve li Silêmaniyê firiya. Tê gumankirin mebesta Welî bi hezar kesî, ew leşkerên Artêşa rejîmê bin, ku li gorî jêderên îraqî niha ew di konan de li Enbarê hatine bicihkirin.

Heya niha jî ti daxuyaniyeke fermî, ne ji Hikumeta Îraqê an jî Hikumeta Herêma Kurdistanê, di derbarê rastiya hatine Mahir Esed de derneketine. Hin zanyariyên îraqî, rastiya wan nehatine piştraskirin, gotin ku Mahir Esed birîndar bibû. û piştî dermankirinê wê Mahir Esed here Mosko cem birayê xwe Beşar.

Piştî hêzên ser bi Desteya Tehrîr El-Şam(HTS) nêzîkî Şamê hatin û gelek kêm mabû ku Şam bikeve bin kontrola wan, nûçeya revîna Beşar Esed serokê rejîmê belav bû, piştre hate diyarkirin ku Esed û malbata xwe reviyane Mosko. Heya niha jî Esed ti daxuyanî di vê derbarê de belav nekirine.

Fermandarê HTS, Ehmed El-Şerih ( Naskirî bi Colanî) Serokê hikumeta rizgarî ya xwe, endezyar Mihemes El-Beşîr bi erkê pêkanîna hikumeta nû ya veguhêz erkdar kir. El-Beşîr jî hikumeta xwe ragihand û tekez kir ku hikumeta wî demkî ye û tenê ji ber rewşa niha ye.