Danûstandineke bitirs bi HTS re

Ji malpmera BR 24 a almanî
Şêwirmendê Almanya û Serok Fransa Macron di pêwendiyeke telefonî de mercên karê ligel Desteya Tehrîr El-Şam(HTS) eşkere dikin. Li gorî berdevkê hikumeta Almanya ew merc jî li ser bingeha Parastina mafên mirovan û parastina mafên kemîneyên netewî û olî û herwiha parastina yekrêziya axa Sûriyê û serweriya wê, û got divê rola Yekîtiya Ewropa jî li Sûriyê bê xurtkirin.
Hikumeta Amerîka jî amadebûna xwe ji bo hevkariyê bi HTS re ragihand, lê zengila metirsiya jinûve derketina DAIŞê lêxist, û got ku êrîşên wan li dijî DAIŞê yên vê dawiyê nîşanên wê yekê ne ku Amerîka rê nade ew rêxistina terorî jinûve serê xwe hilde.
Kovara Forien policy ji 4 jêderên xwe yên nêzîkî gropên çekdar, got ku ew çekdar dibêjin qunaxa siyasî ya veguhêz desptpê kiriye û ji hundur vê tê birêvebirin, herwiha jêderekê ji wan jêderan got, ku ew proseya veguhestina siyasî ku Netewên Yekgirtî dixwaze bike ne pêwîste û qebûl jî nakin û got ku ew razî nabin careke din têkevin xefkên berê.