Serokê ŞAKê bang li efrîniyan dike vegerin cih û warên xwe

Screenshot_20241211_202806_Facebook

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî di hevdîtineke telefizyonî de di bulteneke Rûdawê de, îro roja Çareşemê di 11.12.2024an de, bang li derbiderên Efrînê kir ji Reqa, Cizîr û Herêma Kurdistanê vegerin Efrînê û guhertina demografî nehêlin. Haco eşkere kir ku di wan rojên derbasbûyî de derdora 7 hezar derbider vegeriyane Efrînê. Haco tekez kir ku niha derfeteke baş çêbûye ku xelk vegere.

Haco tekez kir ku endamên wan pêşwaziya xelkê Efrînê dikirin ku vegerin û çûbûn ser rêyên wan û vegerandin, ji ber ku vegera wan di vê demê de gelekî girîng e.

Herwiha Haco got piştî ku PYD bajrokê Til Rifatê û derdorê radestî çekdarên Artêşa Niştimanî kirin, gote xelkê herin Reqa û Tebqayê, lê negote wan vegerin Efrînê. Haco tekez kir ku eger PYD berê xelkê daba Efrînê wê 150 hezar vegeriyaba, lê ev yek nekirin.

Piştî ku Desteya Tehrîr EL-Şam û hevalbendên wê operasyona Lêvegerandina Êrîşê ragihandin û Bajarê Helebê ji destên rejîmê derxistin, odeya operasyona Berbanga Azadiyê ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Tirkiyê ve hate ragihandin. Di encamê de PYD deverên xwe li Til Rifatê û derdorê radestî çekdaran kirin û berên derbiderên Efrînê ji wir da ber Req û Tebqayê û tenê 1820 malbat vegeriya Efrînê.