Haco ji aliyên siyasî re: Demildest lihev kom bibin

تيار الحرية الكوردستاني
Di debarê avakirina Berê Kurdistana Sûriyê de, Siyamend Haco Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû. Haco tekez kir ku divê demildest kurd lihev kom bibin û lihev bikin û bi yek dengî jî bi desthelata nû ya li Şamê re gotûbêjan bikin.
Haco tekez kir, ku hikumeteke nû ya lawaz hatiye ser desthelatê û divê kurd bi hev re pê re gotûbêjan bikin û daxwazên xwe jî bigihînin wê. Haco got ku niha demekî gelekî hesas e û eger aliyên siyasî lihev kom nebin û nerîneke siyasî ya zelal nebe ku bi vê hikumeta nû re danûstandinê nekin, dibe ku piştî çend mehên din jî dereng be û got eger em ji niha ve bi desthelata nû re lihev nekin, wê sibe ew jî êrîşê herêmên kurdî bike.
Haco tekez kir , ku eger aliyên siyasî negihin hev, wê pêşeroja deverên kurdî weke çarenivîsa Efrînê û Serê Kaniyê be, ji ber vê jî divê hemû aliyên kurdî demildest lihev bicivin û lihev bikin. Haco anî ziman ku beriya salekê jî wan hewl da aliyên siyasî lihev kom bikin, lê ne ENKS hat û ne jî PYD hat, tenê 3 partî hatin beşdar bûn, Haco tekez kir ku pirsgirêkeke mezin e dema partiyên kurdî amade nebin lihev bicivin.
Herwiha Haco rexne li herdu alliyên ENKS û PYD kir û got ew ne cidî de di danûstandinan de û tenê li ser telefizyonan dibêjin em bi danûstandinan re ne, û got ENKS girêdayî PDK ye û PYD jî girêdayî PKK, ji ber vê jî pêdivî bi tevgereke siyasî hebû (Berê Kurdistana Sûriyê) ku bêje berjewendiyên kurdên Sûriyê di ser her tiştî re ye.
Serokê Şepêla Azadî, ku yek ji damzrênerên Berê Kurdistana Sûriyê ye, di berarê pêşeroja Sûriyê de got ku gelekî rengê federal hene û dikarin bibin nimûne, weke Kosov, Başûrê Tîrol li Îtaliya, divê em jî wan tecrubeyan fêr bibin.
Di roja ketina Rejîma Sûriyê û revîna Esed, Berê Kuridstana Sûriyê hate ragihandin û daxwaza federaliyê û avakirina herêmeke Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî dike, herwiha parastina mafên tevahiya pêkhateyan û rêzgirtin li mafêm mirovan.