Hebeş: Kurdistana Sûriyê ye ne bakurê rojhilatê Sûriyê

Ferhad Hebeş, Serokê Navenda Reşîd Hemo duh roja yekşemê di 29.12.2024an de di bernameya Ligel Renc de a Rûdaw di derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê û daxwazên rewa ye gelê Kurdistana Sûriyê de axivî. Hebeş di gotina xwe de tekez kir divê navê "Kurdistana Sûriyê" bê bikaranîn ne bakurê rojhilatê Sûriyê, herwiha di derbarê sîstema siyasî ya nû ji bo Sûriya nû Hebeş tekez kir, ku divê sîstemeke siyasî li ser bingeha federal bê avakirin. Hebeş diyar kir, ENKS û MSD berevaniyê li ber vê daxwazê nakin û divê bi zelalî bêjin ew daxwaza sîstemeke nenavendî li ser bingeha federal bi opozisyonê re bikin.
Di derbarê avakirina hukimeta demkî de ku ji aliyê Desteya Tehrîr Şam HTS ve hatiye avakirin, Hebeş da zanîn ku eger heye ew tiştên bi serê Îxwan Muslimîn piştî wergirtina desthelatê hatiye, bi serê HTS li Sûriyê jî dubare bibe, û got HTS hikûmeteke tek rengî avakiriye.
Navenda Reşîd Hemo ya çandî beşek e ji rêxistinên civaka sîvîl yê ku di Berê Kurdistana Sûriyê de cih digire.
Tevahiya gotina Ferhad Hebeş hûn dikarin li vê derê temaşe bikin: