Pîrozbahiya sersala nû

Şepêla Azadî ya Kurdistanî bi hilkefta sersala nû, brûskeke pîrozbahiyê belav kir, têde jî hêvî kir di sala nû de xêr û aştî li tevahiya deverê belav bibe û tekez kir, ku ew ji bo Sûriyak demokrat û federal kar dike, ku têde Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be. Deqeya pîrozbahiyê:
Brûska pîrozbahiya sersala nû
Bi hilkefta hatina sala nû 2025, Şepêla Azadî ya Kurdistanî germtirîn pîrozbahî aresteyî gelê kurd û tevahiya gelê Sûriyê dike û em hêvî dikin sala nû bibe sala xêr, aştî û aramiyê.
Bi hêvîne mezin vê sala nû pêşwazî dikin , û hêvî dikin sala 2025 bidawîkirina azarên gelê Sûriyê be û li ser nehiştina pirsa girtiyên siyasî û yên windabûyî tekez dikin , ku hêviyên xelkê bilind bibin û malbatên girtiyan dil rihet bibin.
Em weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî bi xebata ji bo pêkanîna Sûriyak demokrat û federal pabend in, ku têde mafê tevahiya pêkhateyan parastî bin û Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be.
Sersala nû li we pîroz be û hêviya despêkeke nû tijî aştî û hêvî be
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
31.12.2025