Haco ji bo PYDê û QSDê: Li xwe vegerin û bila kurd bibin yek

Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, di hevdîtineke xwe de bi Kurdistan24 re behsa sedemên hatina şanda Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê ji bo Şamê kir. Haco diyar kir, ku gelekî diplomatên biyanî niha li Şamê hene û divê kurd danûstandinan bi wan re bikin û daxwazên xwe bigihînin wan, û got ji ber vê hebûna Kurdan niha li Şamê gelekî girîng e.
Her di derbarê rêveberiya PYDê jî, Haco got heta niha wan ti daxwazên xwe di derbarê gelê kurd de neanîne ziman û ew tenê dibêjin ku ew sûrî ne û xwe weke hêzeke kurd xuya nakin û nehatine ji bo berevaniya li ber Kurdistana Sûriyê û kurdan de bikin, li gorî ku berpirsên PYDê ê QSDê tînin ziman.
Herwiha Haco bang li PYDê û QSDê kir li xwe vegerin, ji ber ku pêşeroja wan bi daxwazên Kurdan ve girêdayî ye, herwiha got eger kurd nebin yek dibe ku ev desthelata nû xwe xurt bike û berê xwe bide deverên Kurdan û şerekî bike, û got ev jî gelekî metirsîdar e. Haco tekez kir niha piştgiriyeke navdewletî ji bo Kurdan li Sûriyê heye û divê kurd wê derfetê bikar bînin û bi şandeke yekgirtî werin Şamê .
Haco tekez kir, ku heta niha ev desthelata nû li Şamê tiştekî zelal derbarê kurdan de diyar nekiriye, lê belê berevajî wê hinek kesên nêzîkî Colanî helwestên wan gelekî metirsîdar in di derbarê kurdan de. Herwiha Haco got, eger di dema niha de heta van çend heyvên bê em weke kurd tiştekî nekin, dibe ku mafê zimanî jî nedin kurdan. Haco tekez kir, ku ew desthelata nû lawaz e û eger sibe xurt bibe jî, wê ji bo Kurdan hîn zehmetir bibe daxwazên xwe bi cih bînin, ji ber vê jî girîng e hemû partiyên siyasî yên kurd lihev werin û daxwazên wan ên hevbeş hebin, ku karibin şandeke hevbeş çêbikin û bişînin Şamê danûstandinan bikin.
Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana, tekez kir, ku eger kurd nebin yek, wê helwesta desthelata nû weke ya Be'is be, lê bi kirasekî îslamî .
Tevahiya hevdîtina Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê li vê derê dikarin bibînin: