Haco: Rakirina sizayan li hember parastina mafên kurdan

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, di hevdîtinekê de bi Rûdaw re behsa hatina şanda wan ji bo Şamê kir û got metirsî hene kurd bêne piştguhkirin.
Haco di hevdîtina xwe de diyar kir, ku şanda wan ji bo hevdîtina bi şandên ewropî re li Şamê ye û divê pêwendî bi wan re bê kirin. Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Haco, got gelek welatan anîne ziman, ku divê mafên kurdan li Sûriyê werin parastin.
Haco tekez kir, ku hebûna kurdan ji bo pêwendiya bi welatên biyanî re li Şamê gelekî girîng e.
Her di derbarê desthelata nû li Şamê, Haco got, ku divê em weke kurd ji nêzîk ve vê helwestê bişopînin û binêrin helwesta wê di derbarê kurdan de çi ye. Herwiha Haco tekez kir, ku divê hêzên siyasî û yên civaka sîvîl berên xwe bidin Şamê .
Her di derbarê pêkanîna şandeke kurd a hevbeş, Haco tekez kir ku hatina wan ne ji bo danîna pêwendiya bi desthilatê re ye, hatina wan ji bo pêwendiya bi welatên Ewropî û amerîkî re ye , ku daxwazên xwe bigihînin wan .
Haco got, ku wan bi hevdîtina bi şanderê Alman yê taybet ji bo Sûriyê Stefan Schneck re tekez kir, ku ji bo rakirina sizayan li ser Sûriyê, divê ev desthelata nû gerentiyan ji bo parastina mafên kurdan bide. Herwiha Haco tekez kir, ku metirsî hene ev desthelata nû mafên zimanî jî nedin kurdan, ji ber vê jî piştgiriya van welatan girîng e.
Siyamend Haco, got hebûna şandeke kurd ya hevbeş gelekî girîng e, lê gava mirov li helwestên berpirsên ENKSê û PYDê guhdar dike, tu dibêjî qey li dinyayekê din dijîn. Herwiha Haco bersiva nûnerê ENKSê di Îtîlafê de, Şelala Gedo, da ku navbûrî gotibû îtlafê ziyan negihandiye doza kurd, û got Îtîlafê binpêkirinên mafên mirovan li dijî kurdan ancam dane û çawa zirar negihandiye kurdan.
Hûn dikarin tevahiya hevdîtina Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî li vê derê temaşe bikin: