Xêrkî: Divê biryar ji Kurdistana Sûriyê be

Cîgirê Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Dr. Tariq Xêrkî, di hevpeyvîneke siyasî de bi bernameya Stûna Kurd a li ser torên civakî behsa rewşa herî dawî ya Sûriyê kir.
Dr. Xêrkî herwiha behsa gotûbêja kurdî – kurdî kir û got divê aliyên kurdî li Kurdistana Sûriyê xwedî biryara xwe bin û divê biryara Kurdistana Sûriyê ji Kurdistana Sûriyê be.
Herwiha Dr. Xêrkî tekez kir hewlên rêkeftinên berê di navbera herdu aliyên kurd li Kurdistana Sûriyê bi serketin, ji ber herdu alî girêdayî aliyên ji derve bûn.
Her derbarê serdana şanda Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê ji bo Şamê, Dr. Xêrkî diyar kir, ku ew serdan ji bo hevdîtina bi aliyên navdewletî re bû û têde daxwazên xwe gihandin wan, herwiha Dr. Xêrkî tekez kir, ku armanca wê şandê ne ji bo gotûbêja bi desthelata nû li Şamê re bû û got divê kurd bi yek şandê berê xwe bidinê Şamê û daxwaza sîstemeke federal ji bo Sûriyê û herêmeke yekgirtî ji bo Kurdistana Sûriyê bikin.
Her di derbarê pêşeroja Sûriyê de jî, Dr. Tariq Xêrkî got pêşeroja Sûriyê hîn ne zelal e, lê wê gelekî astengî hebin eger di qunaxa veguhêz de dadperweriya veguhêz tine be.
Herwiha Dr Xêrkî di derbarê lidarxistina kongrê diwem ê Şepêla Azadî ya Kurdistanî de got, ku amadekarî ji bo wê berdewan dikin û bêguman wê guhertinên li gorî rewşa nû li ber çavan werin girtin.

Tevahiya hevdîtinê li vê derê bibînin: