Şam weke ku min dît

Comerd Hemdoş
Serdana min ji bo Şamê piştî derbasbûna bêtirî 15 salan, gelek cuda bû, wek çawa mirov serdana bajarekî nû bike, lê her çawa be jî, hest û bîranîn me li pey xwe dimeşînin.
Divê berî her tiştî mirov xwe ji bîranînên berê rizgar bike heta karibe rewşa niha baş têbigihe. Divê mirov li rûyê xelkê baş temaşe bike û baş guh bide wan çawa li rewşa xwe dinêrin û çi pêşbînî dikin.
Li Şamê dewlet tine ye, lê mirov dikare bi azadî li tevahiya Şamê bigere û kesek îşê xwe jê nîne û napirse tu kî yî û ji ku hatiyî, bê guman hestekî xweş e ku mirov bê tirs li her derê bigere. Li serê her taxekê an diwan êvarî çekdarên ser bi desthelata HTŞ ve ji bo parastina taxê û nehiştina diyardeya revandinê disekinin. Her çekdarek karteke nasînê jî heye ku her kes ji aliyê xwe ve bi navê HTŞ dernekeve.
Nan li Şamê gelek e, xelk ji firinê dikire û li ser cadeyan zarok digerin û difroşin, xwarin her tişt heye û ji berê erzantir e, lê li gorî dahata xelkê hîn biha ye, herwiha ji bo. Lê ji bo biyaniyan jî giran e û xelk wan gelekî dixapîne.
Mirov dikare bêje hema polîsên trafîkê ji binî tine ne û eger hebin jî gelek kêm in û ne bi rastî polîsên trafîkê ne. Wate çekdar in û hatine bi cilên sîvîl çûnûhatinê serast bikin, lê weke min got gelek kêm in. Herwiha li pir cihan min dît xelkê sîvîl weke xwebexş karê polîsên tirafîkê dikin, lê ne gelek kes jî guh dide wan. Belkî di wan rojên em li Şamê bûn, me ronahiyeke tirafîkê bi tenê dît ku kar dikir, yên din giştî kar nedikirin.
Em di rê de bûn û vedigeriyan hotêlê, dengê Ambulansê ji dûr ve hate me, em sekinîn û me xwest rê bidinê. Ji ber ku gelekî qerebalix bû jî kesî rê neda ku ambûlans derbas bibe, çend şofêr ji tirimbêlên xwe daketin, ku bi karê polîsên tirafîkê rabin û bihêlin rê ji ambûlansê re bê vekirin, lê kesî guh nedida kesî. Ev tenê nimûneyeke biçûk bû û nîşanek bû, ku xelk dixwaze karên wan ên rojane serast bibin û her tişt bi rêk û pêk bibe, lê tiştin hene ji dest wan nayên der, herwiha nîşana tevliheviyê jî bû.
Rewşa xizmetguzariyê jî ne baştir e ji ya tirafîkê, Şam gelekî pîs bûye ji pîsiyê, şaredarî ne di ti halî de ye. Li her derê pîsî heye, karmend nînin û bi ser de jî tirimbêlên komkirina pîsiyê jî gelek kevin in û pêdivî bi hineke nû heye, divê karmend bêne damezirandin. Xirabûna di dema ketina Esed de çêbûye, hîn heye, der nehatine paqijkirin, tirimbêlên şewitî ji ser cadeyan nehatine rakirin.
Kolanên Şamê bûne bazareke vekirî ji her tiştî û her kesî re, tiştekî bi rêk û pêk tu nabînî. Her çend metreyan benzîn tê firotin, bêhna benzînê singê mirov teng dike û ji bo xelkê jî ne tendirûst e û ziyanê digihîne wan, lê eger zanibin û nizanibin jî tiştek ji bo wan nayê guhertin. Gelek hene ziyan dîtine û min çend kes dîtin dihatin nexweşxaneyê û pirsgirêkên wan ên nefesê hebûn, tevî ku temenên wan ne mezin bûn jî.
Li nexweşxaneyan jî rewş ne baştir e. Ji ber nepaqijiya xwarinê ez nexweş ketim û çûm nexweşxaneyê, li wê derê jineke genc hat ku destê wê ji qizêzê birîn bûbû û diviyabû bihatiba dirûtin. Doktorê hawarçûnê jê re dirût û talî çû ew tiştên di dirûtinê de bikar aniye (weke şefre û mûçilkê) da ber avê û bi lûfê paqij kir û tişt wisa danî ser maseyê heta ziwa bibin! Ez şok bûm bi rastî, tiştekî paqij li wê nexweşxaneyê nebû, çawa doktor bi xwe wan tiştên bikarhênayî bi av û lûfê paqij dike, ew baştir dizane, ku av û lûf mikroban nakujin, divê bi madeya paqijkirinê ya taybet bêne paqijkirin! Ev wisa jiyana xelkê tevde dixe metirsiyê û dibe sedem nexweşî bi xelkê bikevin heta dibe ku pê jiyana xwe ji dest bidin! Wê hingê min got baş e ne birîndar im!
Şama niha ne Şama berê ye, eger Şam jinûve bê avakirin, bêtirî 20 salan bi Şamê gerek e heta bigihe asta paytexta Herêma Kurdistanê HEWLÊRÊ.
Piraniya xelkê heta niha bi ketina Esed re weke serxweşan lê hatiye û hîn di kêfxweşiyê de ne, ev jî normal û lojîk e, lê ya ne normal û lojîk, ew e ku xelk xwe bixapîne û hişyar nebe û nefikire ka dê siberoja wan çawa be. Tevî her tiştî jî mirov xemginiyekê di dilê wan de dibîne, yanî tiştek heye dilê xelkê rihet nake, nizanim hîn ew guhertinên çêbûne bawer nekirine yan ditirsin jinûve dubare bibe? Piranî dibêjin em tevde sûrî ne û cudahiya me nîne! Ew weke pirensîp gelek baş e, lê kesî têr nake û ji bo parastina mafên tevahiyan ne bes e, divê her tişt were binavkirin.
Hinek ji xelkê hene, hêdî hêdî bi dengekî bilind dipirsin ka gelo ew hikûmeta veguhêz dê çawa be, dê yekreng be an pirreng be? Xelkin hene dibêjin divê hikûmeteke veguhêz ya pirrengî were avakirin û mafên pêkhateyan biparêze û nûnertiya wan bike. Lê heta niha jî şêweya sîstema siyasî ya nû û binavkirina mafên pêkhateyan bêtir bala xelkê nekişandiye an jî derfeta wê nebûye baş pê bifikirin, weke gaveke berê min got, ku hîn serxweş in.
Me gelek xwest serdana taxên kurdan li Şamê bikin û rewşa wan ji nêzîk ve binasin. Em ketine rê di nav qerebalixê derbas bûn heta em gihane cihê xwe. Me xwest mala Celadet Bedirxan bizanibin li ku bû û herwisa serdana gora wî bikin. Piraniya kurdên taxa kurdan ( niha bi Rukne Dîn tê naskirin û li gorî wan navê taxa wan ji serdema Ebdilnasir ve hatiye erebkirin) zimanê kurdî nizanin an jî ji bîr kirine, nifşê nû bi navên kurdî ye, lê kurdî nizane. Kurdên wê taxê kurdperwer in û bi kurdbûna xwe jî serbilind in, piranî dûrî siyaseta kurdî ne, liva tevgera kurdî têde lawaz bû û hîn jî lawaz e. Li gorî ji me re hatiye gotin, bêtirî 300 hezar kurd li wê derê hene. Ev jî hijmareke gelek mezin e ku heya niha ji aliyê tevgera kurdî ve piştguh maye. Ew heya niha hîn behsa serdema Osman Sebrî û Celadet Bedirxan dikin, lê mixabin jî hin hene ne Osman Sebrî û ne jî Celadet Bedirxan nas dikin. Em di rê de bûn, min ji kurdekî pirsî gelo mala Celadet Bedirxan li ku bû, ji min pirsî û got: Ev kes çi karî dike?
Di serê çiyayî re em çûn heta em gihane meqama Şêx Xalidê Neqşebendî, ku gora Celadet Bedirxan li wê derê ye. Gora wî li ser pişta çiyayî ye û hema bêje Şamê tevde li xwe digire, lê heyf e ku hatiye ji bîr kirin.
Gelek xirab e, kurd bigihin asta ku nema kesên weke Celadet Bedirxan nas dikin. Ketina Esed derfetek e ji tevgera kurd re xwe dîsan li taxên kurdan xurt bike.
Nişanên rêveberiya HTŞ heta niha dane diyarkirin, ne gelek nîşanên xêrê ne û tenê bi hestên xelkê dilîze û dizane çi heza wan tîne , ku wextê ji xwe re bikire û xwe bi hêztir bike li ser hesabê pêşeroja welatekî. Çima wisa dibêjim?
Heta niha ev rêveberiya HTŞ bi zelalî nêzîkî pirsên kurd, elewî û durziyan nebûye. Heta niha fermandarê HTŞ gotarek ji xelkê re pêşkêş nekiriye û negotiye ew dê çi bike û pilana wî çi ye. Heta behsa demokrasiyê nekiriye, ka dê Sûriya piştî Esed bibe Sûriyak îslamîst? Ez bi xwe bawer nakim kesekî berê tam radîkal bû, karibe xwe bike demokratxwaz û sîstemeke siyasî dûrî hizra îslamî çêbike. Divê li Sûriyê hêzên demokratxwaz li benda sozên devkî yên fermandarê HTŞ nemînin û zanibin ew têne xapandin, mejiyên van kesan ne mejiyên birêvebirina dewletan e. Nimûneyeke din a biçûk; Me xwest serdana girtîgeha Sêdnaya ya binavûdeng bikin, em çûne cem avahiya Rêveberê Devera El-Til, ku rizamendî ji wê derê tê standin. Pasewan gote me fermo divê hûn biçin cem Emîr! Emîr kî ye? Emîr berpirsekî HTŞ ye, tevî ku gelek alîkar bû û rêzdar bû jî, lê hema dema xwe bi navê Emîr di nava avahiya saziyeke dewletê de dide nasîn, ew xirab e. Ne tenê li wir, lê li ser sînor dema berî pasport bêne morkirin, gotin me eger nasnameyên we ne yên sûrî bin û niştecihbûna libnanî tine be, divê herin cem Emîr, Emîr jî li vê derê weke efserekî pilebilind e û tenê ji me pirs kir pasportên me ên çi welatî ne û gote me derbas bin. Ev pirsgirêkek e eger bi mejiya emîran dewletê birêve bibin û metirsiyeke mezin e ji bo aramî û ewlehiya welêt bi giştî.
Mebesta min ew e, ku ew kesên wisa nikarin hêviyên sûriyan pêk bînin, berevajî vê jî, wê hêviyan bişkînin û tekrengiya xwe li xelkê ferz bikin, wate dewleke nû ya sitemkar ava bikin.
Dîsan tekez dikim, nabe demokratxwazên kurd, ereb, elewî, durzî, asûrî û tevahiya pêkhateyên din li Sûriyê, Şamê tenê ji HTŞ re bihêlin. Eger niha bêdeng bimînin û ji wan re bihêlin, wê serdema Hafiz Esed a sitemkar bi kirasekî îslamî vegere.
Min Şam wisa dît.