Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Partiya Çep re dicive

Şandeke Berê Kurdistana Sûriyê ji bo lidarxistina hevdîtina bi aliyên siyasî re bi serdanekê li bajarê Qamişlo ye. Şanda Berê bi Serokatiya Ebdilrehman Hebeş û çend endamên din ên Berê pêk tê.
Yekem civîn bi Partiya Çep re hat lidarxistin, ku şanda Berê Kurdistana Sûriyê ji aliyê Serokê Partiya Çep ve Mihemedê Musê ve li bargeha partiyê hatibû pêşwazîkirin.
Ragihandina Berê Kurdistana Sûriyê di derbarê hevdîtina bi Partiya Çep re:
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Partiya Çep re dicive
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê îro ji aliyê Partiya Çep a Kurd ve li bargeha wê li Qamişlo hat pêşwazîkirin. Şanda Berê ji her yek ji serokê Berê Ebdilrehman Hebeş, Ebdilxenî Eco û Mihemed Sedîq pêkhatibû. Ji aliyê Partiya çep ve jî serokê partiyê Mihemedê Mûsê û endamine serkirdatiyê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de behsa çawaniya xortkirina hevkarî û lihevkirina di navbera partiyên kurd de hate kirin, herwiha li ser lihevkirina li ser nerîneke siyasî ya yekgirtî û pêkanîna şandeke hevbeş ku nûnertiya daxwazên gelê Kurd li Sûriyê bike piştî ketina rejîmê, tekez kirin.
Herdu aliyan tekez kirin, ku ev qunax derfetek e dîrokî ye ji bo bidestxistina mafên gelê kurd.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
22.01.2025