Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Pêşverû re dicive

Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê ragihand ku şanda Berê serdana Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo kir û di wê civînê de behsa rewşa siyasî ya dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hate kirin, herwiha herdu aliyan li ser yekxistina yekîtiya siyasî û helwesta hevbeş tekez kirin. Deqeya ragihandinê:
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Pêşverû dike
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî li Qamişlo berdewam dike û li gel Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civiya.
Şanda Berê pêk hat ji Ebdilrehman Hebeş serokê Berê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) li gel Ebdilxenî Eco û Mihemed Sedîq Brahîm endamên şandê. Şanda Berê ji aliyên cîgirê serokê partiya Pêşverû Ehmed Silêman, Hesen Cengo û Faris Osman endamên polîtbîro û Rifahî Salih endamê komîta navendî ve hate pêşwazîkirin.
Herdu aliyan behsa pêşhateyên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha herdu aliyan li ser yekxistina yekîtiya siyasî û helwesta hevbeş di navbera tevahiya partiyên kurd de tekez kirin ku kurd bigihin nerîneke siyasî ya hevbeş, ku nûnertiya kurdan bike. Herdu aliyan li ser avakirina şandeke hevbeş ku li Şamê bi rêveberiya nû re danûstandinan bike, tekez kirin. Herdu aliyan baş dîtin ku hevdîtinên wan di pêşeroja nêzîk de berdewam bibin, ku bikevin berjewendiya doza kurd.
Ofîsa Ragihandinê ya
Berê Kurdistana Sûriyê
23.01.2025