Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Gel dike

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî li Qamişlo bi partiyên kurd re berdewam dike, her dawî jî roja Şemiyê serdana bargeha Partiya Gel a Kurdistanê li bajarê Qamişlo kir û di wê civînê de behsa çawaniya yekxistina helwesta siyasî ya kurd hate kirin. Deqeya ragihandinê:
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Partiya Gel re dicive
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê roja Şemiyê bi serokatiya Ebdilrehman Hebeş serokê Berê û herdu endamên şandê Ebdilxenî Eco û Mihemed Sedîq Brahîm serdana Partiya Gel a Kurdistanê li bajarê Qamişlo kir.
Şanda Berê ji aliyê Sekretêrê partiya navbûrî Ebdilsemed Xelef Biro û endamê polîtbîroyê Beşîr Mihemed ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de herdu aliyan behsa pêşhat û astengiyên heyî li deverê kirin, herwiha çawaniya xurtkirina hevkarî û hevalbendî di navbera aliyên kurd de.
Herdu aliyan tekez kirin, ku divê lihevkirineke hevbeş çêbibe û kurd şandeke hevbeş çêbikin, ku ew şand nûnertiya daxwazên gelê Kurd li Sûriyê bike. Herwiha di dawiyê de jî herdu aliyan li ser berdewambûna hevdîtinan tekez kirin, ku hemahengî û hevkarî di pêşerojê de xurtir bibe.
Ofîsa Ragihandinê ya
Berê Kurdistana Sûriyê
25.01.2025