Şandeke Şepêla Azadî serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê dike

Şak-Zehmetkêşan=Hewlêr

 

Şandeke Encûmena Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Bajarê Hewlêrê serdana bargeha Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir û herdu aliyan behsa rewşa kurdan bi giştî kirin. Deqeya Ragihandinê:

  

Şandeke Şepêla Azadî serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê dike

 

 

Şandeke Encûmena Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Herêma Kurdistana serdana bargeha Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê li Bajarê hewlêrê kir. Herdu aliyan behsa pêşhatên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha şanda me behsa kar û çalakiyên Berê Kurdistana Sûriyê li kurdistan û Ewropa kir. Herdu partiyan li ser berdewamkirina pêwendiyên du-alî tekez kirin ku li gorî berjewendiyên gelê me bin.

Şanda Şepêla Azadî pêk hatibû ji her yek ji Şêrîn Yûsif, Nefîse Mûse û Zêneb Reşîd, herwiha ji aliyê partiya pêşwazîker ve her yek ji: Niştiman Kemal endama polîtbîro û berpirsa pêwendiyan, Bêkes Qadir endamên polîtbîro û Helîme Xan berpirsa Jinê li Hewlêrê.

 

Encûmena Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Herêma Kurdistanê

03.02.2025