Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Xoybûn re dicive

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî bi aliyên kurd re li Bajarê Qamişlo berdewam dike. Şanda Berê serdana Tevgera Xoybûn kir û behsa rewşa Kurdan û lihevkirina hevbeş kir. Deqeya Ragihandinê:
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Xoybûn re dicive
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana bargeha Tevgera Xoybûn kir û herdu aliyan behsa rewş û pêşhatên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha pirsa lihevkirina kurdan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş û çêkirina şandeke hevbeş, ku bi rêveberiya nû re li Şamê danûstandinan bike.
Şanda Berê pêk hatibû ji her yek ji: Serokê Şandê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş, Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo endamên pêre. Ji aliyê tevgera pêşwazîker ve her yek ji: Endamê desteya serokatiyê Hêbet Mehmo ligel Riyad Ehmed, Selman Misewer û Silêman Es'ed.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
03.02.2025