Pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê

FB_IMG_1740164062246

Encûmena yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa nameyeke pîrozbahiyê bi hilkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, belav kir û têde got divê kurdî jî weke erebî bibe zimanê fermî li Sûriyê. Deqeya nameya pîrozbahiyê:

Pîrozbahî bi hilkefta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî

Bi hilkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa vê rojê li tevahiya gelê Kurd û miletên din pîroz dike, ku ji bo parastina zimanê xwe û çanda xwe xebat dikin.
Parastina zimanê me beşekî sereke ye jj nasnameya me ya netewî, herwiha parastin û pêşxistina wî erkekî giştî ye, ji ber vê jî em bang li civaka navdewletî û UNESCO dikin gavên ber bi pêş ve di pêşxistin û parastin, fêrkirina kurdî de ji bo nifşên bê re, bavêje.
Divê zimanê kurdî weke erebî li Sûriyê bibe zimanekî fermî, ku pirengiya zimanî li welêt xurtir bike. Parastina zimên, parastina hebûna me ye.
Em ê karê di vî warî de jî berdewam bikin.

Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Ewropa

21.02.2025