Siyamend Haco beşdarî Forûma Hewlêrê dibe

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, di forûma Hewlêrê ya salane de ji bo gotûbêja li ser pêşeroja Rojhilata Navîn û mafên kemîneyan li Sûriyê beşdar dibe.
Navenda Rûdawê ya Lêkolînan li Hewlêrê vî karî birêve dibe, ku têde kesayetiyên siyasî û dîplomasî yên naskirî ji herêmê û cîhanê bi giştî beşdar bibin.
Ev Forûma han, Roja Çarşemê di 26.02.2025an de destpê dike û sê rojan jî didome. Gelek berpirsên bilind jî di vê Forûma îsal de amade dibin, weke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Îraqê Dr. Ebdiletîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiyah Sûdanî û çend akademîsyen û pisporên karûbarên navdewletî.
Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, di roja diwê de beşdarî panêla bi navê „ Piştî Rejîma Esed: Çawe hikûmetên welatên rojava dê karibin mafên kemîneyên Sûriyê biparêzin? „ beşdar dibe.
Herwiha di vê panêla diwê de balyoza Almanya li Îraqê, Christiane Hohmann jî beşdar dibe ku Bêjer û Rojnamevan Dilbixwîn Dara wê panelê birêve dibe.
Di vê panêlê de, dê behsa astengiyên li pêş pêkhateyên Sûriyê bê kirin, herwiha çawaniya piştgirîkirina aramiyê û misogerkirina mafên kêmîneyan û mafên gelê Kurd li Sûriyê bê kirin, di nava van guhertinên siyasî, ku Sûriyê têre derbas bû û dibe jî.
Ev forûm platformeke stratejî ji bo gotûbêja derbarê pêşeroja Rojhilata Navîn e, ku beşdar behsa pirsên ewlehiya herêmî, siyasetên navdewletî li herêmê û pêşeroja Îraq û Sûriyê, herwiha pêwendiyên welatên zilhêz û bandorên wan li ser Rojhilata Navîn.
Dê hevdîtin û gotûbêjên kûr di navbera berpirsên hikûmî û pisporên stratejî de di derbarê pirsên herî germ de li herêmê, di vê forûmê de bêne encam dan.