Haco: Tevgera kurd nûnertiya kurdan dike ne Şerih

Screenshot_20250226_210215_Facebook

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, di hevîtinkeke xwe de bi Rûdawê re îro roja Çarşemê di 26.02.2025an de behsa encamên Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî û helwesta Berê Kurdistanê kir.
Haco got, ku Serokê Sûriyê yê demkî, Ehmed Şerih, ne nûnerê kurdên Sûriyê ye, lê belê partiyên kurd (tevî kêmasiyên wan) ew nûnertiya kurdan dikin. Herwiha Haco tekez kir, ku tiştên heta niha têne kirin berdewambûna siyasetên El-Beis e. Haco tekez kir, ku Şerih dixwaze nameyekeê bigihîne partiyên kurdan, ku ew bi tenê nûnerê kurda û Sûriyê bi giştî ye, lê ew tenê nûnerê erebên sunî ye.
Haco got ji aliyê leşkerî, siyasî û diplomasî ve, kurd ji Şerih bihêztir in, lê partiyên kurd tştekî nakin ku bigihin hev.
Haco da nîşan, ku herdu aliyên ENKS û PYD naxwazin lihev bikin, eger ne wisa ba, her partiyeke dikare du nûnerên xwe rêkin û mafên kurdan di pêşeroja Sûriyê de diyar bikin û karibin herin Şamê danûstandinan bikin, lê herdu aliyên navbûrî naxwazin.

Siyamend Haco herwiha di derbarê rêjeya kurdên bi navên xwe di kongreyê de beşdar bûne, got ew gelekî kêm e û diviyabû li gorî rêjeya kurdan li Sûriyê(15%) baya, lê xuyaye ew naxwazin kurd derbasî piroseya siyasî li Sûriyê bibin.

Haco tekez kir, ku dûrxistina kurdan ji vê proseyê, ziyanê digihîne kurdan ji bo pêşerojê jî, ku komîteyên ji vê kongreyê hatine çêkirine, wê sibe karê xwe bikin û destûra bê amade bikin, wate cihê kurdan têde tine.