Siyamend Haco bang li aliyên kurd dike li Qamişlo bicivin

Screenshot_20250227_100738_YouTube

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, di hevdîtinekê de bi Kurdistan24 re behsa encamên Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî kir û helwesta Berê Kurdistanê li ser wî kongreyî.
Haco tekez kir ku desthelata nû li Şamê siyasetên Beis berdewam dikin, lê rengekî îslamî lê zêde bûye.
Her di wê hevdîtinê de Haco dibêje : " Herdu aliyên ENKS û PYD di wê baweriyê de ne ku ew bi tenê nûnertiya gelê Kurd dike. Ev jî şaş e, aliyên derveyî wan hene û kesên serbixwe û civaka sîvîl jî heye. Divê bi hev re bicivin û biryarê li ser nerîneke siyasî ya hevbeş bidin û piştî wê berê xwe bidin Şamê".
Herwiha Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê tekez kir ku herdu aliyên ENKS û PYD berpirs in ku heya niha pêk nehatiye.
Haco bang li aliyên siyasî yên Kurd kir, ku zû li Qamişlo lihev bicivin û bi hev re di derbarê pêşeroja kurdan û Sûriyê bifikirin.
Di derbarê sîstema nenavendî li Sûriyê, Haco got kurd û pêkhateyên din li Sûriyê weke Durziyan daxwaza wê yekê dikin û divê sûrî bêne razîkirin. Di derbarê kurdan de jî, Siyamend Haco, got piraniya wan daxwaza sîstema federal li Sûriyê dikin weke ENKS û Berê Kurdistana Sûriyê, û tenê li cem PYD ev yek ne zelal e û her carê tiştekî dibêje.
Haco berdewam kir û got: " ji ber vê jî girîng e em kurd lihev bicivin û biryarê bidin ka em ji bo pêşeroja kurdên Sûriyê çi dixwazin.... Pirsgirêk ew e ku biryara PYD ji PKK'ê ye û ya ENKS jî PDKê ye, wate biryara kurdên Sûriyê ne serbixwe ye".
Siyamend Haco diyar kir şaş bû wisa bilez QSD û rêveberiya PYD dan bi El-Şerih dan weke serokekî fermî, diviyabû mafên kurdan hatibana misogerkirin, û got ku xuyaye PKK dixwaze bi Şamê re lihev werin lê naxwaze navmala kurd bibe yek û lihev bikin. Haco got eger rewş wisa bidome, kurd tiştekî bidest naxînin.

Tevahiya hevdîtinê li ser vê lînkê:
https://youtu.be/uSo2w_cowxA?feature=shared