Berê Kurdistana Sûriyê bi YNK re dicive

Siyamend Haco-yekiti-silemani

Serokê Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Silêmaniyê bi berpirsê pêwendiyên kurdistanî û şêwermendê dosyeya kurdên Sûriyê û Tirkiyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re civiya. Di civînê de behsa rewşa Kurdistana Sûriyê û Sûriyê hate kirin, herwiha herdu aliyan li ser yekxistina helwesta kurd û pêkanîna şandeke hevbeş ji bo danûstandinên bi Şamê re tekez kirin. Deqeya ragihandina rojnamevanî:

Ragihandineke rojnamevanî

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, îro li Silêmaniyê di 01.03.2025an de li gel berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, birêz Salar Serhed Xelîfe, û Şêwermendê dosyeya kurdên Sûrîyê û Tirkiyê yê YNK, birêz Fehmî Mihemed, li Silêmaniyê civiya.

Di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê piştî ketina rejîmê kirin, bi taybetî ew gavên rêveberiya Şamê heya niha avêtine weke lidarxistina Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya. Herwiha herdu aliyan behsa banga birêz Ocalan û piroseya aştiyê li Tirkiyê û bandora wê li ser Kurdistana Sûriyê kirin.

Herdu aliyan li ser yekxistina helwesta kurd li Kurdistana Sûriyê tekez kirin, herwiha avakirina şandeke kurd a hevbeş, ku bi rêveberiya Şamê re danûstandinan bike.

Ofîsa Pêwendiyên Derve

Berê Kurdistana Sûriyê

01.03.2025