Haco xalên qedexekirî di Kongreyê Gotûbêja Niştimanî de eşkere dike

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, di hevdîtineke xwe de bi Channel8 re derbarê pirsa kurdan li Sûriyê û pêşeroja wan axivî.
Haco di destpêka gotina xwe de, diyar ku El-Şerih xwe bi tenê nûnerê sûriyan dide nasîn û wî ne tenê nûnerên kurdan ji Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî bi dûr xist, lê belê yên pêkhateyên din jî. Wate ew kongre nûnertiya suniyan bêtir dikir.
Haco eşkere kir, ku 3 xalên qedexekirî di kongreyê hebûn û nedibû behsa wan bihata kirin, ew xal jî ev in: 1-Demoksrasî. 2- Pirsa pirrengiya Sûriyê. 3- Pirsên netewî. Haco da zanîn ev tê wateya ku desthelata nû danasînê bi pirrengiya Sûriyê nake, bi taybetî ku navê erebî li komarê kirin.
Herwiha Haco diyar kir, ku divê pêşî kurd xwe bi xwe li ser daxwazên xwe lihev bikin û nerîneke hevbeş bê çêkirin, pişt re bi pêkhateyên din re lihev bikin ka çi ji vê desthelatê dixwazin û qebûl nakin desthelata nû weke Beis be, lê bi kirasekî îslamî.
Haco berdewam kir û got eger wisa berdewam bike û desthelat kurdan dûr bixe û kurd jî lihev nekin, bê guman kurd dê di pêeroja Sûriyê de, ne di destûr û ne di hikumetê de, cihê xwe negirin.
Haco tekez kir, ku şaştiyeke gelekî mezin e eger QSD niha çekên xwe deyne berî ku mafên kurdan li Sûriyê werin misogerkirin, û got ne ji berjewendiyên kurdên Sûriyê ye QSD çekên xwe niha deyne.
Her di derbarê gotûbêja kurdî-kurdî de li Kurdistana Sûriyê, Haco da zanîn, ku heta pirsgirêk di navbera PKK û PDK hebin, ENKS û PYD nikarin lihev bikin. Haco diyar kir, ku dibe Banga Ocalan bandoreke wê hebe û dijmantiya navbera herdu aliyên ENKS û PYD de kêm bike û bihêle nêzîkî hev bibin.