Kampan Giwêlan… bîranîna Roja Jinê ya Cîhanî

Di çarçoveya çalakiyên bi hilkefta Roja Jinê ya Cîhanî de, Encûmena Xwecihî ya sisiyan a Şepêla Azadî ya Kurdistanî li kampa Giwêlanê bi amadebûna hejmarek ji roja Jinê bi bîr anî.
Her yek ji Newroz Osman Tacedîn û Ranya Ebdilhadî endamên serkirdayetiya Şepêlê, Semînarek li ser rola jina kurd di jiyana siyasî û civakî de lidar xist, ku têde qonaxên dîrokî yên jina kurd têre derbasbûye hatin diyarkirin, herwiha hebûna wê ya bihêz di xebata siyasî û civakî de û astengiyên li pêş wê.
Di semînarê de amadebûyan nêrînên xwe di derbarê pirsên civakî yên derbarê jinê de dane diyarkirin, herwiha behsa xurtkirina rola jinê di warê siyasî û civakî de jî hate behskirin.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî girîngiyeke taybet dide pirsên jinê û kar dike rola wê di jiyana siyasî û civakî de bihêztir bibe û bêtir mafên xwe bizanibe.