Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî beşdarî çalakiyeke roja Jinê dibe

IMG-20250308-WA0025

Li Hewlêrê şandeke Şepêla Azadî beşdarî çalakiya roja Jinê dibe
Şandeke Encûmena Xwecihî ya Yekê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Hewlêrê beşdarî calakiyeke Roja Jinê ya Cîhanî bû, ku ji aliyê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ve hatibû lidarxistin.
Di çalakiyê de, semînarek li ser rola jina kurd û piştgiriya pêşxistina rola wê di civakê de hate lidarxistin, ku ji aliyê sê çalakvanên jin ên partiya navbûrî ve hate birêvebirin.
Her di çalakiyê de, şanda Encûmena Xwecihî ya Şepêla Azadî nameyekê pîrozbahiyê xwend û li ser girîngiya hewlên xurtkirina rola jinê di jiyana siyasî û civakî de tekez kir. Şanda encûmena xwecihî ji her yek ji Şêrîn Yûsif, Nefîse Teter û Zêneb Reşîd pêk hatibû.